Dosya

Kîjan tifaqa Tirkperwer qezenc bike jî wê tu pirsên bingehîn çareser nebin

Pirsên malpera Rojevakurd:Bi dîtina we gelo:1- Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biçin ser dindoqan û deng bidin? Eger belê, çima deng bidin û deng bi kîjan alî, partî yan kesî bidin? Eger nexêr Çima deng ne din? 2- Gelo piştî hilbijartina dê guhrtin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çê bibin û dê çi bandor li ser pirsa kurd bike?3- Piştî hilbijartina, encam çi be bila bibe, dê pêvejoyek ya ji bo hewldana çareseriya pirsa kurd bikeve rojeva dewlet û hikûmetê?Şerefxan Cizîrî li jêr bersiva pirsên Rojevakurd dide: 1- Gava ku mirov dibêje Kurd divê mirov baş amaje pê bike; Kîjan Kurd? Kurd navê hemû Kurdan e lê kurd hemû weke kurdan tevnagerin.Yên ku deng didin partiyên dagîrker jî Kurdin û yên ku xwediyê nasname û hişmendiyeke kurdî ne jî Kurd in. Gava ku mirov weke kurd biçe ser sindoqan mirov çavê xwe li partî û namzetên Kurd digerîne, lê mixabin di hilbijartinan de partiyeke Kurd ku mafê hilbijartinê bidest xistiye tuneye. Hinek namzetên Kurd di nava partiyên ku xwe weke partiyên Tirkiyeyê binav dikin de hene lê program û nirxên wan ji Kurdayetiyê durin. Ji ber wilo jî divê Kurdperwer deng nedin wan partiyan.

Weke ku tê zanîn me weke Tifaqa Kurdistanî xwest ku HDP û Huda par jî dinav de tifaqe Kurdî çebibe. Lê xuyaye kurd ji bona vê tifaqa hîna baş nestewyane. Hîna jî ev partî ku girseyiya wana dengderên Kurd pêk tê ne amade bûn ku bi navê aliyê Kurdistana bi hevre xebate bikin. Ji ber van sedeman dengdan ji asta siyasî derket û kete asteke wijdanî. Ez bahwerim hemû kesên Kurdperwer wê li gora pîvanên xwe yên wijdane- an deng bidin an jî naçin ser sindoqan. Ev jî mafe wana ye.
2- Ez texmîn nakin ku tu guhertinen bingehîn pek werin. Ji ber ku kîjan tifaqa Tirkperwer qezenc bike jî wê tu pirsên bingehîn çareser nebin. Lê di vê navê re heke em karibin tifaqa Kurdistanî berfirehtir bikin û xwe ji bona hilbijartinên şaredariya amade bikin, dibe ku dinamizmeke xurt û kurdperwer derkeve holê. Li aliyê din jî divê tifaqa Kurdistanî mayinde bibe, di nava xwe de nakokiyên biçûk çareser bike, hezên xwe bike yek û bibe alternatifeke netewî- demokrat di siyaseta Kurdistana Bakur de. Ya na ji aliye Kurdperweriyê de peşiya me çol e, çoleke zipizuwa ye.
3- Hilbet mirov weke Kurdperwer dixwaze ku pevajoyeke nû destpê bike. Lê ez bahwer nakim ku tu namzete serokkomariyê (Erdoğan, İnce) ji bona vê yekê amade bin. Di herdu tifaqên Tirkperwer de, ango Cumhur u Milet, tu amadekarî ji bona vê yeke tuneye, tu daxuyanî, peyam, bername, program ji bona vê yekê tuneye. Tenê gotinên xapînok hene. Aliyek hewl bide aliyê din wê astengan derxinin…
Ji bona vê pevajoyê divê tevgera Kurdperwer bibe hêz û navenda siyaseta Bakurê Kurdistan. Ji bona vê yekê jî pir xebat divê, fedakarî divê, zanebûn û birewerî divê, di vê mijarê de hewcedarî bi ramanên rasyonel hene. Em Kurd divê hevdu qebûl bikin, hevdu tehemul bikin û ji bona çareseriyan fikir û ramanên nû bidin peş. Proje û çareseriyên nû bi rêbazên kevnare çareser nabin. Di vê projeyê milî de em hemû xwedî berpirsyarin. Ji bedela ku mirov gazincan ji tarîtiyê bike, mirov findekê pêxe baştir e.
Back to top button