Polîtîk

Kirîza nava Tevgera Goran kûr dibe

Her ku diçe û zema derbas dibe pirsgirêkên navxweyî yên Tevgera Goranê zêde dibin û kirîza nava wê partiyê di warê rêxistinî, siysasî û êkonomî de kûrtir dibe. Gorn di sala 2009ê de bi serokatiya xwedêjêrazî Newşêrwan Mistefa hat avakirin û gelek sozên mezin û giran ji xelkê Başûrê Kurdistanê re dan û karname û pirogramek giran li pêşiya xw dana ku her hîngê şarezayên siyasî texmîn dikir û gelek zehmete ew sozên Goran dide û pirograma ji xwe re danaye, bi cî bike.Di sala 2013ê Goran biryar da û tevlî hikûmeta Herêma Kurdisanê bû û wezaretên giran û hesa weke wezareta pêşmerge û darayî digel çend wezaretên din wergirtin. Lê xuyabû ku di warê îdarî de nexwedî tecrûbe bû û ji ber hindê nikarî pêngavekê jî pêşde biçe û yek soza da bû jî bi cî bike. Şaşiya herî emzin wê tevgerê ew bû ku dixwest du rolan bilzîe; di hikûmetê de beşdar be û di heman demê de rola opozisyonê jî bilîze li dijî hikûmetê bixebite û xwepîşanadana li dijî hikûmeta ew beşdar têde pêkbîne. Xwevekişandina Goran ji hikûmetê bandoreke xerap kir ser camwerê wê.Piştî mirina serokê Tevgera Goran, Newşêrwan Misteva, hemû mal û milkê wê tevgerê li ser navê her du kurên Newşêrwan Mistefa, Nima û Çiya, hat tapo kirin. Pirsgirêk û piroblema herî mezin di nava Tevgera Goran de niha pirsa darayî û serwetê wê ye. beşek mezin ji kadiroyên Goranê dixwazin mal û milkê Goranê ji destê her du kurên Newşêrwan desrbixin û daku nikare li gor berjewendiyên xwe Tevgera Goran bikarbîne. Lê beşek i serkirdeyên Goranê ku berjewendiyên wan digel kurên Newşêrwan Mistefa têkel bûne, bi her awayî dixebitin ku ew serwet di destê her du kursên Newşêrwan debe.Pirsa ku gelek barê Goran giran kirî û cemawerê wê tore kirî, şikestina wê ya mezin di hilbijartinên parlamentoya Îraqê de bû û bêdengbûna wê li hember xiyaneta 16ê oktobera sala borî ku grûpeke nav YNKê bi lihevhatineke veşatî digel pasadrên Îranê û Heşda Şabî Kerkûk û deverên din yên nakokbar teslm kirin gelek cemawerê wê tevgera êşand.Tevgera Goran dê çawa bikaribe van pirsan hemû yan çarser bike,  navmala xwe bi yekrêzî biparêze û xwe ji bo hilbijartinên 30 îlonê yên perlamentoya Kurdistanê amade bike, paşroj besiva van pirsan dê bide.Nûçeanalîz/Rojevakurd

Back to top button