CîhanCivak

Kongera FKKSê ya 28 mîn li dar ket

Kongera FKKSê ya 28 mîn li dar ket; di destûrê de hinek guhartin çêbûn!Kongreya 28-mîn a FKKSê di 19.05.2018ê de li Stockholm Kista Träffê li dar ket. Ji 21 komeleyên endam 86 nûner; berpirsiyar û nûnerên partîyên Swêdî û nûnerên partîyên ji çar perçeyên Kurdistanê li Swêdê bêşdarî kongreyê bûn.Berpirsê KDP-Iraq yê derve Hoshyar Siwaily, Nûnertîya Hukimeta Herêma Kurdistanê li Swêdê û Berpirsê Hevkarîya Hêzên Kurd û Kurdistanê li Swêdê û Ji partîyên Swêdî nûnerên Moderaterna, Vänsterpartiet, Liberal û Socialdemokrat bêşdarê kongeryê bûn û peyamên xwe xwendin.Serokê FKKSê Keya Îzol bi Swêdî û Kurdî xebata du salên Federasyonê pêşkeşê kongreyê kir. Axaftina wî ji alîyê beşdarvanan teqdîr wergirt.Li ser destûra FKKSê guftugo hatin kirin. Di destûrê de hinek guheratin çêbûn û pêşnîyarîya ku di hejmara organên FKKSê guhertin bên kirin hat qebûlkirin; hejmara KK ji 9 kesî daket 7 kes û 2 cîgir û KG jî ji 11 kesî daket 9 kes û du cîgir.Pêşnîyazîya ku di KK de cîgirserokê FKKSê hebe, bi piranîya dengan nehat pejijardin.Piştî guftugoyên li ser raporên xebatê û aborî, ji bo organên FKKSê hilbijartin çêbû. Ji bo Komîteya Karger, Keya Îzol, Berzan Koçkaya, Evîn Mihemed, Cotyar Şerîf, Mardin Hêja Baban, Kovan Amedî, Mehdî Akreyî, Ciwan Baksî, Kerim Sileyman û Bilal Gorgu hatin hilbajartin.FKKSê dê di civîna xwe ya yekem de, erkên endamên KK parve bike û serok, sekreter, berpirsê Aborî hilbijêre.

Back to top button