Hevpeyvîn

Kubis behsa rêya çareseriya pirsgirêka Kerkûkê dike

 Nûnerê Netewên Yekgirtî û Berpirsê Ofîsa Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI), Jan Kubis,  di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re axivî û rewşa siyasiya Iraqê, hilbijartinên vê dawiyê yên li Iraqê, pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û beşdariya kurdan di vê hikûemtê de, rewşa Kerkûkê, û kar û bernameya UNAMI li Iraqê nirxand.Kubis ragihand, beşdariya kurdan di pêvajoya pêkanîna hikûmeta Iraqê de gelek giring e û diyar kir, ku berjewendiyên Herêma Kurdistanê û gelê wê tenê bi beşdariyeke rasteqîn a kurdan di rêveberiya Bexdayê de tê dabînkirin.Tora Medyayî ya Rûdawê hevpeyvînek bi Berpirsê Ofîsa Netewên Yekgirtî li Iraqê (UNAMI), Jan Kubis re kiriye, ku naveroka vê bi vî awayî ye:Rûdaw: Birêz Kubis ji ber vê derfetê gelek spas. Ez bawer im piştî referandum û têkçûna DAIŞê ev hevpeyvîna we ya yekem e. Hevpevîna me ya herî dawî ya li li gel we di sala 2016an de bû, li Iraqê gelek tişt qewimîn. Derbarê hilbijartinan de, gelo proseya hilbijartinan li gor we çawa bû?Jan Kubis: Berî niha demeke dirêj bû.Di destpêkê de, li gor min hilbijartin pêngaveke pêwîst bû, neku tenê ji ber ku di destûrê de hatiye behskirin, herwiha ez bawer im li hemû welatan, hemû serkirdeyên siyasî divê rêz li destûr û yasayên welatê xwe bigrin. Di heman demê de piştî têkbirina DAIŞê, hilbijartin pêngaveke din a sirûştî bû ji bo zêdetir misogerkirina vê serkeftinê. Herwiha ji bo pêkanîna şert û mercên siyasî ji bo avakirina hikûmeteke nû ku di qonaxa piştî DAIŞê de ber bi karê pêkvebûnê ve bibe, alozî biguherin bo reformên gelek giring ên aborî, siyasî û civakî.Di hilbijartinên îsal de gelek tohmetên sextekarî hene û gelek doz hatine vekirin.Tu dizanî, xala yekem; Têbîniya me ew e ku hilbijartin di bin çavdêriya ewlehiyeke sift de hat lidarxistin. Divê em ji bîr nekin ku DAIŞê gefa têkbirina hilbijartinan dikir. Lê belê bi ser neket. Hewl da, lê bi bandor nebû, xelk biryar da ku biçin deng bidin. Xala duyem; Amadehiyeke baş hatibû kirin. Ya sêyem; Her dem pirsgirêkên hilbijartinan hene, ji bo vê yekê jî weke ku yasa çespandiye karê komîsyonê hilbijartin e, pêvajoya lidûvçûna gilî û gazinan e. Niha bi wî karî ve mijûl e, gilî û gazinên aliyên siyasî hene, ji aliyên siyasî gelek gilî digihîjin me, ew li benda biryara Desteya Rêveberiya Hilbijartinan in, çimku ev karê wan e ku li ser gilî û gazinan biryar bidin. Gilî û gazin diçin ber Desteya Dadger û li ser wan biryar tên dayîn.We li Encûmena Asayişa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî bal kişande ser Kerkûkê, sedema wê çi bû? Gelo sedem tenê ew bû ku li wê derê gilî û gazin zêdetir bû?Weke ku we û me têbînî kiriye, gelek aliyên siyasî hatin cem me, li hember proseya dengdan û encamên wê, nerazîbûna xwe ragihandin. Me têbîniya xwe diyar kiriye ku rewş hestiyar e, li gelek deverên welat di dema dengdanê de pirsgirêk çêbûne. Em wêya weke nimûneyek bi kar tînin daku bala Komîsyona Hilbijartinan bikşînin ku divê karmendên wan bi awayekî gelek profesyonel û hevdem rabihênin. Herwiha ji bo şefafiyetê gilî û gazinan li ber çav bigrin. Dibe ku pêgeheke taybettir a Kerkûkê hebe, bila ji bîra me neçe ku ev hillbijartin qediya, lê îsal li Iraqê hilbijartinên encûmena parêzgehan dê were encamdan. Piştî sêzde salan, cara ewil e ku li Kerkûkê hilbijartinên encûmena parêzgehan dê birêve biçe. Divê dilniyayî were dayîn ku niştecihên wê parêzgehê ji hilbijartinan bawer bikin. Herwiha bawer bikin ku şêwaza çareserkirina gilî û gazinên wan profesyonel û şefaf e, daku beriya encamdana hilbijartinên encûmena parêzgehan baweriyeke baş ji bo hilbijartinan were çêkirin, ji bo ku xelk beşdarî hilbijartinan bibin.Çend aliyên siyasî li Bexdayê bi awayekî cidî hewla cardin jimartina dengan, heta dubarekirina hilbijartin jî didin, gelo ev îhtimal heye? Gelo ev pêngaveke baş e?Berî her tiştî, divê ji aliyê berpirsên hilbijartinan ve li ser vê mijarê biryar were dayîn. Em weke Neteweyên Yekbûyî hilbijartinan birêve nabin, em serperiştî nakin, em beşek ji pêvajoya gilî û gazinan nînin. Em tenê wan pirsgirêkan tînin ber çavê rayedaran, lê karê wan jî ew e ku li ser wan pirsgirêkan biryar bidin, ku divê li gor destûr û yasayên welat be. Mafê aliyên siyasî heye ku gilî û nîgeraniyên xwe diyar bikin, lê ez dîsa dibêjim ku divê li gor destûr û yasayan be û di rêkarên asayî re derbas bibe û fêmkirineke zelal hebe ku rêkar û rêbaz ji bo hemû wan mijaran hene.Lê belê bi awayekî giştî cenabê we û hemû wan nûnerên welatên ku helwesta xwe nîşan dan, pîrozbahiya vê pêvajoyê kirin, weke ku Balyoza Amerîkayê Nikki Haley ragihand, “heman wan hêzên ku şerê DAIŞê dikirin, niha sindoqên dengan diparêzin”, ji ber vê yekê jî hemû wan welatan vê hilbijartinê weke serkevtî bi nav dikin. Li ser pêvajoya pêkanîna hikûmeta nû, niha pêvajo çawa birêve diçe?Rast e, rast e. Ez bawer im ku hêj pêngava dawîn nehatiye avêtin, îmzeya dawîn a li ser encamên hilbijartinan, pêngava sirûştî ya herî dawî ye, ji bo vê mebestê divê li ser gilî û gazinan biryar were dayîn. Piştî ku encamên dawî dê werin ragihandin, ez bawer im dê dest bi danûstandinên rasteqîn ên pêkanîna hikûmetê bikin.Niha hemû partî, lîste û hevpeymanî bi hev re gotûbêj dikin, nêrîn û pêşniyarên wan diguherin, ji wan jî cure û prensîbên wê hikûmeta ku li bendê ne were pêkanîn. Li gor min ev danûstandinên nêrînan, pêngaveke sirûştî ye, lê dîsa dibêjim ku ez bawer im divê hewl nedin ku bi ser qonaxan de derbas bibin, li gorî min temamkirina çareserkirina gilî û gazinan, pêngaveke gelek giring e, ez wisa pêşbînî dikim ku piştî wê pêngavê aliyên siyasî gelek bilez dê dest bi danûstandinan bikin, çimku tiştê giring ew e ku herî kêm ji nêrîna min ve, dîtina pêvajoyeke demildest ku pêkanîna hikûmeta nû têde hebe, li ber vî welatî gelek erk hene, gelek ezmûn li ber wî hene.Rêjeyeke mezin a xelkê deng neda, çimku bêhêvî bûne, di heman demê de jî li benda siberojê ne, heta wan kesên ku dengên xwe nedane, ji me re wê yekê jî nîşan didin ku ew dixwazin em xema wan mijaran bixwin ku mijarên bingehîn in û peywendiya wan bi asayiş, aborî û rewşa civakî ya xelkê ve heye.Divê di demeke herî nêz de hikûmet were pêkanîn, bi bernameyeke baş, hikûmeteke ku nûnertiya hemûyan bike, sînorê pêkhateyan derbas bike û her kesî li xwe bicivîne, garantiya berjewendiya her kesî bike û hêviyên xelkê li ber çavan bigre.Cenabê we li Iraqê yekane rayedar û dîplomat e ku peywendiya we ya raseterast bi hemû aliyan re heye. Li gor we Birêz Muqteda Sedir ku yekemê van hilbijartinan e, çawa ye? Gelo ew dê weke serkirde û kesê sereke yê pêvajoya pêkanîna hikûmetê bimîne?Birastî ev nêrîna min nîne, rastiyek e. Piştî ragihandina encamên destpêkê yên hilbijartinan, Birêz Muqteda Sedir, dikarim bibêjim ku bûye yekemê nav lîsteyan, çimku ciyawaziya navbera sê lîsteyên serkeftî, ne gelek e. Weke hat dîtin, Sedir dest bi gotûbêjan kir, çend çalakiyek li gel aliyên din kir, serdana wan kir yan jî ew vexwendin. Aliyên siyasî jî vexwendina wî qebûl kirin. Ev yek jî ji me re dibêje ku di vê qonaxê de, beriya ragihandina encamên dawî, aliyên siyasî qebûl kirine ku Birêz Muqteda Sedir hêza palner e. Aliyên din jî bi heman şêwe hemû bi hev re gotûbêj dikin, lê eger ez behsa rastiya meydanî bikim, Birêz Muqteda Sedir dê roleke gelek dînamîk bilîze.Gelo beşdariya Kurdan di hikûmeta nû ya Iraqê de çi qas giring e?Gelek girig e, pir giring e. Ez gelek kêfxweş im ku dibînim tevî ku pêvajoya çareserkirina gilî û gazinan birêve diçe, hemû aliyên siyasî, ne hemû, lê piraniya aliyên siyasî fêm dikin ku parastina siberoj, federalî û berjewendiyên Herêma Kurdistanê û gelê wê, bi rêya beşdariya rasterast a di parlementoya Bexdayê û beşdariya hikûmeta Bexdayê de ye. Ez wisa bawer im ku ev rêya rast e. Ev li Herêma Kurdistanê gelek kesan teşwîqî wê yekê kir ku biçin deng bidin, tevî bêhêvîbûna piştî referandumê, dizanin ku rêya gihiştina siberojeke baş, xebata li gel Bexdayê ye.Derbarê Kerkûkê de, çend çavkaniyên dîplomatîk ji me re ragihandin ku di destpêka vê mehê de Amerîka dixwest ku çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê û cîbicîkirina madeya 140 bibe beşa sereke ya bernameya Neteweyên Yekbûyî, em dizanin ev biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ye, lê belê gelo şiyana bernameya Neteweyên Yekbûyî heye ku erkekî wisa giran a cîbicîkirina madeya 140 bigre ser stûyê xwe?Li gor min erê, li gor nêrîna min, dema em li gel aliyan diaxivin, car caran rêjeyeke ji bêhêvîbûnê li cem aliyan çêdibe û rexne dikin, lê ew jî rola me fêm dikin û amade ne li gel me bixebitin. Ez bawer im ku em amade ne ji bo her karekî. Tiştekî baş e ku ev di karnameya me de hebe, lê ev karê Encûmena Asayiş e ku divê di karnameya nû de bi temamî amaje pê were kirin, karnameya nû di meha Tîrmehê de tê amadekirin.Ji niha ve me çend pêngavên amadekariyê avêtine, em bi aliyên Kerkûkê re axivîne, bi hemûyan re, heta rêxistinên sivîl jî, ku gelek caran têne paşguhkirin. Herwiha komên jinan ku ew jî gelek caran tên paşguhkirin. Em dixwazin em rastgo bin li gel sifeta giştgîriya xwe, ji bo nirxandina hestên aliyan, me dest bi gotûbêjan kiriye, ango belê ev mebesta me ye, eger aliyên siyasî jî daxwaz bikin. Piştî ragihandina encamên dawîn ên hilbijartinan, em ê bêhtir beşdarî aliyan bibin li Kerkûk, Bexda û deverên din. Em hêvî dikin destê me di dîtina çareseriya mijara Kerkûkê de hebe.Gelo niha ev mijar li ser reşnivîsê hatiye zêdekirin? Li ser vê mijarê gotûbêj heye?Ez nikarim bi awayekî ji xwe bawer wisa bibêjim, çimku ev karê endamên Encûmena Asayişê ye, lê pêşniyara min ji bo wan ev e ku vê mijarê vekirî bihêlin û bikin beşek ji karnameya me.Lê belê li gor pêşniyara berê ya Amerîkayê û herwiha pêşniyara niha ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bi nameyekê ji endamên Encûmena Asayişê re hatiye pêşkêşkirin, Herêma Kurdistanê daxwaza roleke zêdetir a UNAMI dike û dixwaze li ser mijara madeya 140 bisekine. Ji bo çareserkirina vê mijara aloz hûn çi dikin?Di destpêkê de ji bo fêmkirina rewşê, em dê li gel aliyan biaxivin, daku hinek nêrînên me çêbibin li ser çawaniya alîkarîkirina aliyan ji bo rêkxistina siyaset û dîtina çareserî li parêzgehê. Herwiha divê li Bexda, Hewlêr û Silêmanî li gel aliyên din ên siyasî jî were axavtin. Ev hemû karê me ye. Belê haya min ji nameya Herêma Kurdistanê ya ji endamên Encûmena Asayişê heye ku daxwaza wan hebû. Bêguman bi şêwra li gel hikûmeta Bexdayê ev karê Encûmena Asayiş e daku karnameyek ji bo me amade bikin. Careke din dibêjim, li gor nêrîna min ev peywireke gelek giring a piştî hilbijartinan e. Neteweyên Yekbûyî dikare ji bo dîtina çareseriyê rolekê bilîze.Pirgirêka Kerkûkê ku bi dehan sal in di navbera hikûmeta Iraqê û Kurdan de heye, gelo çi qas giring e ku niha were çareserkirin? Çima niha giringî tê dayîn?We jî got, demeke dirêj a ev mijar heye. Çend sedem hene li ser wê yekê ku çima çend sal in li Kerkûkê hilbijartinên Encûmena Parêzgehan nehatiye kirin. Rewşa Kerkûkê wisa bû ku çendîn asteng hebûn li ber dîtina çareseriyekê ji bo rewşa wî bajarî.Niha ev welat di qonaxeke nû de ye, ez wisa bawer im hemû aliyan ji serîhildana DAIŞê gelek ders girtin, ji encamdana referandumê ders girtin, ku çendîn peyamên wan hebûn. Ez bawer im, niha her kes dizane yekane rê danûstandin e ji bo dîtina çareseriyekê bo vê mijara hestiyar a weke meseleya Kerkûkê, niha demeke baş e ji bo çûna ser vê mijarê.Bi taybetî niha ku tohmeta erebkirinê heye, erebkirina herêmê ji aliyê hêzên Iraqê ve, gelo derbarê derxistina Kurdan û anîna malbatên Ereb de raport hene? Kurd li Kerkûkê vê rastiya leşkerî ya piştî 16ê Cotmehê qebûl nakin û beşeke wan weke dagîrkeriyê dibînin. Ev jî cihê nîgeraniyê ye û neguhertina vê rastiya leşkerî niha metirsiya derketina şer û nearamiyê zêdetir dike. Gelo heman nîgeranî li cem we jî heye?Ewilî dibêjim, Iraq yek welat e, ji ber vê yekê ez vî zimanî bi kar nahînim ku weke nimûje te peyva dagîrkeriyê bi kar anî. Kerkûk beşeke ji Iraqê ye, lê belê nabe çareserî biçespînin, çareserî divê bi rêya danûstaninên vekirî yên navbera hemû aliyan were pêkanîn. Hemû nîgeraniyan bixin ser maseya gotûbêjê, ewlehiyê û mijara demografî, herwiha mijara aborî û siyasî, her tişt, tevî xistina ber behsa mijara şêwaza hikumkirina wê deverê jî, piştre çareseriyek bibînin.Divê ez bibêjim ku min çend dever dîtine, naxwazim biçim nav hûrgiliyan, min dît ku hemû alî dikarin xala hevbeş bibînin û bigihîjin çareseriyê. Ji ber ku rast e ti kesek ji rewşa niha ya Kerkûkê razî nîne, neku tenê Kurd, herwiha Ereb û Tirkmen jî nerazî ne, hemû daxwaz dikin ku ji bo dîtina çareseriyek xebatek hebe, ji aliyê min ve ev destpêkeke baş e. Çimku em dizanin gilî û pirsgirêk çi ne. Ew jî dizanin gilî û pirsgirêk çi ne. Niha fêmkirin zêde dibe, neku tenê nerazîbûna xwe nîşan bidin û aliyê din xwe veşêre. Vê carê ev dê neqewime.Derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de, gelo rast e ku mijara dahatû ya danûstandinan dê pirsgirêka petrolê be?Ez dibêjim destpêkeke nû heye, Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî dibêjin, bi rêya hevahengiyê rêyeke pêşveçûnê dibînin. Ev destpêkeke baş e, destpêka nû tê wê wateyê ku heta di gotûbêjên pêkanîna hikûmetê de jî, ji bo destnîşankirina bernameya kar a hikûmetê, guman têde tine ku çend mijar têne behskirin, weke peywendiyên navbera hikûmeta federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û desthilatên xwecihî. Ev mijar dê têkeve nav ajenda û bernameya hikûmetê, ev jî amaje ne ji bo wê yekê ku divê bal bikşînin kîjan deverê.Ez wisa fêm dikim ku petrol û şêwaza dabeşkirina dahata wê, dê bibin beşek ji wê ajendayê, rêkxistina hinardekirina petrolê dê di nav ajendayê de be. Di heman demê de çendîn mijarên din jî hene ku ez hêvî dikim bernameya hikûmeta nû wan mijaran li xwe bigre. Ez pêşbînî jî dikim ku nûnerên partiyên ciyawaz ên Kurdistanê dê têde beşdar bin û rola wan hebe ji bo pêşvebirina rewşê.Lê belê mûçeya xelkê weke karteke danûstandinê hat bikaranîn, weke karteke zextê. Gelo rast e ku mûçe û nanê xelkê bikin beşeke ji danûstandinan?Baweriya min bi hukmê yasayan heye. Divê çareserî ji bo hemû pirsgirêkan were dîtin ku bi cureyek be ku fêmkirineke temam bide dest, derbarê rêbazên lîstikê de erkê hemû aliyan derxe holê. Heta niha em dibînin, him Bexda û him jî Hewlêr beşek ji mûçeyan dabîn dikin. Ew jî dibêjin, hêj beşeke dahatê dikeve destê Herêma Kurdistanê û pêwîst e Herêma Kurdistanê beşek ji mûçeyên fermanberan dabîn bike. Divê em hemû van meseleyan ji siyasetê dûr bixin. Li ser bingeheke zelal çareseriyekê bibînin û têgihiştinek hebe ji bo çawaniya pêşveçûn û avakirina nexşerêyekê ji bo çareseriyê.Aliyên navdewletî, bi taybetî Amerîka û Îran roleke wan a giring heye di vê qonaxê de, peyam û şîreta Neteweyên Yekbûyî bo wan çi ye? Xuya ye ku roleke mezin a Îran û Amerîka, heta welatên cîran jî hêj li Iraqê heye, gelo di mijara pêkanîna hikûmetê de rola wan dê çawa be?Li gor nêrîna min, gelek giring e hikûmeteke ku bi rastî li gel welatên herêmê peyrewê siyaseteke cîrantiya baş dimeşîne hebe û peywendiyên wê li gel hemû hevpeymaniyên li herêmê û derveyî herêmê hebe, tevî xwegirêdana bi serweriya tam a Iraqê. Hikûmeta Iraqê xwe ji bo vê mebestê yekalî bike û peywendiyên wê li ser bingeha berjewendiyên hevbeş bin. Çendîn mijar hehe ku pêwîstiya wan bi hevahengiyê ye ji bo pêngavavêtina ber bi pêşve. Lê belê hemû bi pêkanîna hikûmetê, bi rêyekê dest pê dike. Eger rê çêbibe, divê hevbeşên navdewletî jî werin pêş, li gor min, karê giring pêkanîna hikûmeteke dirust e.Amerîka, heta Rûsya û welatên din jî, bêhtir li ser serîhildana DAIŞê nîgeran in û tirsa wan heye, gelo tirs û nîgeraniya we jî li ser heman vê mijarê heye?Ev mijareke gelek aloz e, weke ku tê zanîn, ne tesaduf bû ku DAIŞ serî hilda û yek li ser sê welat dagîr kir. Çareseriyek heye û ew jî guhdarîkirina daxwazên xelkê ye, berî her tiştî awareyên navxweyî ku li welat belav bûne vegerin ser mal û milkên xwe û şert û mercên jiyana wan dabîn bikin. Dadperwerî hebe, berpirsyarî hebe bi hemû cureyan. Îstiqrar hebe, derfet derxin holê, derfetên aborî û civakî. Bandoreke siyasî ya baş hebe, bi giştî bandora baş a welat, çareseriya siyasî li ser asta welat bibînin ku hemû pêkhateyan li hev nêz bike, careke din dibêjim, ev peywirek e ku divê xelkê welat ji bo welatê xwe bike. Hikûmeta navendî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo welat bixebitin, herwiha divê encûmenên parêzgehan jî ji bo herêmên xwe bixebitin.

Back to top button