Dosya

Kurd ji yekîtîyê bêhtir divê ji hev cuda bibin terefên millî û ne millî

Ekrem Onen bersiva pirsên Rojevakurd dide û li ser rewşa Bakurê Kurdistanê dibêje: Jibo kurd ji vê rewşê derketin mirovên nuh bi helwestên nuh niştimanperwer ku siyasetek reel ne populîst û ne slogana bavê je, her weha bikaribe rewşa hundir û a cîhanê baş zanibin lazime. Li bakurê Kurdistanê di van 40 salên dawî de transformasyonek mezin di warê civakî, aborî, kulturî, Dînî  û millî çêbû ye, mirovên nuh ku bi karibin vê rewşa han baş ders bikin lazime, Nuha di nava Kurdan de gotina yekîtîyê pir belaye. her kes behs dike bi teybet yên ne millî pir behs dikin. Bi ya min nuha kurd ji yekîtîyê bêhtir divê ji hev cuda bibin, terefên millî û ne millî 1-Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê biçin ser dindoqan û deng bidin? Eger belê, çima deng bidin û deng bi kîjan alî, partî yan kesî bidin? Eger nexêr Çima deng ne din?Bersiv-  Bi ya min pirs li vir ji pirsa boykot an biçin ser sindoqa, pirs pirsa ewên dibên boykot an biçin ser siindoqa çuqas dikarin teesîrê liser Kurdên bakur bikin? Siyaset seneetê îmkana ye (tiştê dikare bibe) di siyaseta mezin cîdî de, cih ji populîzmê, slogana û romantîzmê re nîne. Ya din sıyaseta cîdî û mezin mirovên bi şexsiyet û bawerî dixwaze. Di siyasetê her gav xwestina dilê mirov û rastî ne li heve. Tiştên rast di dem û wextê xwede ku bi kariba bibê raste an na tu meena wê nîne. Dimîne bes slogan û populîzm. Wek ez fam dikim li bakurê Kurdistanê xelkê biçe ser sindoqan û li gor zanebûna xwe  wê rayên xwe li gor kîjan partî wê di jîyana wî de guhertinê erênî bike raya xwe bide. Rayên Kurda wê di nava partîyan de belav bibe. Ev bê guman rewşeke ne normale, Ji xwe nuha biqasî ez fam dikim serdema HDP jî xeles dibe. Ew kesên ev proje HDP avakirin nuha dide rêdan Ku karê we hete nuha bû. wek mînak dema mirov produkt (xwarine) ji dukana distîne li ser nivîsîye heta vê tarîxê hûn dikarin bi kar bînin (bixwin) Ji bo HDP jî weha ye tarîxa bi karanîna wan xelas bû. Lê pir heyf tu hêzek niştimanperwer li bakurê Kurdistanê nine ku îroj bi karibe teesîrê li xelkê bike û wan li gor berjewendîyê netewî mobilîze bike. Tevî nuha ji partîyên siyasî bakurê Kurdistanê şansek hebû bibin teref lê wan ew şans bi kar ne anîn. Kurd ku îroj hatine vî halî ne tiştekî nuhe ev encamê siyaseta 40 salên dawî ku dewleta Tırk bi projeyên cuda yên asîmilasyon û entegrasyonê Kurd anîn li rewşa îroj sekinandine. Îroj li Bakur gelek Partî, rêxistinên û aktorên siyasî yên Kurda hene her weha HDP ku reng Kurdî ye lê partîyek Turkîyê ye û eşkereye ku HDP perçeyek ji projeya dewletê a vî 40 salê dawîye, vêya him berpisrsê dewlete eşkere kirin her weha berpirsê HDP vekirî gotin ku’’ HDP ava bûye ji bo rê li ber nasyonalîzma Kurdî bigre’’. Lê ya îroj jî bandorê dikare li ser Kurdên bakur bike dîsa HDP ye, ev mirov fam dike ji ber çîye. Di van 40 salên dawî de neslekî bi temamî di bin bandora HDP de ava bû. her weha gelek ji van aktor û kadro yên partîyên siyasî nuha dervî HDP ne, vekîrî an sergirtî madî an manewî pşitgirî dan HDP, yên piştgirî nedan bê helwest an bê deng man, yek ji sebebên asasî dema îroj gelek ji van kadroyan xwedê grabî dijberîya siyaseta HDP dikin an doza serxwebûnê dikin, ji alî kurdên welatparêz pir cidî nayê dîtin û bawerî pê nînin.  Ji ber welatparêzên Kurd dihesibînin ew jî ber piştgirî ,bê dengî , bê helwestî ya wan li hember HDP, ew jî şîrîk û gunehkarin di rewşa bakurê Kurdistanê ya nuha de. Pirsa li jor min behs kir bawerî û şexsîyet eve. Heger bi salan kesek ser girtî an vekirî piştgirî bide HDP an bê helwest be û îroj dijberîya siyaseta HDP bike, an serxwebûnê bi parêze, Kurdên niştimanperwer ku herdem li hember siyasta HDP bûne wê bawerî pê nîne an cidî negre. Sebebê ku van kadro Partî û rêxistinên bakur nakarin bandorê liser xelkê bakurê Kurdistanê bikin eve. Ji alîkî din kadroyên tevgera konservatîv netewî a bakurê Kurdistanê hatine penc kirin. Bi Kurtî Kurd li bakur şikestin. Hinek dikarin bêjin ev helwestek pesîmîste, na ev rewşa reel ( rasteqîn) a bakure. Jibo ji vê rewşê derketin mirovên nuh bi helwestên nuh niştimanperwer ku siyasetek reel ne populîst û ne slogana bavê je, her weha bikaribe rewşa hundir û a cîhanê baş zanibin lazime. Li bakurê Kurdistanê di van 40 salên dawî de transformasyonek mezin di warê civakî, aborî, kulturî, Dînî  û millî çêbû ye, mirovên nuh ku bi karibin vê rewşa han baş ders bikin lazime, Nuha di nava Kurdan de gotina yekîtîyê pir belaye. her kes behs dike bi teybet yên ne millî pir behs dikin. Bi ya min nuha kurd ji yekîtîyê bêhtir divê ji hev cuda bibin, terefên millî û ne millî . nuha av gelek şûlîye herkes têde avjanî dike. heta av zelal nebe kurd ji vî halî rizgar nabe. Li bêhtirîn welatên cîhanê weha bûye çi şoreşên millî çi jî şoreşên sosyal. Ji nuha û pêve li bakurê Kurdistanê ne faktorê Hundir vê faktorên derve asasî rola xwe bilîze, bi faktorên derve Kurdê bikaribin deskeftîya bidest xin.2- Gelo piştî hilbijartina dê guhrtin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çê bibin û dê çi bandor li ser pirsa kurd bike?Bersîv- Bi ya min dewlet her wê bixwaze li rêyên di pirsa Kurdan gava bavê je bi gere, Ji ber pirsa Kurdistanê yek ji pirsên asas li pêşya Turkî ye. Ev gav wê çawa bin zehemete mirov bêje, biya min dewletê bixwazî Turkî bike çend herêm yanî fomek federasyona coxrafî di bin van herêmên coxrafîde dikarin hinek gav bavê jin. Ji bo muweqed be jî di pirsa Kurdistanê de hinek wext bistîne. pir heyf Kurdên Bakur ji guhertinên bibe ne hazirin. Li hember van guhertinan wê çawa bikaribin siyasetek milli bimeşînin. Pir heyf sıyaseta bakur dibe teref di nav sisteme Turkî de. Kur divê li gor berjewendîyên xwe tev bigere. Heger hinek dixwazin dı hilbijarrtina keve Kî di pirsa Kurdan de gavê erênî wê bavêje bi wan re dîyalogê bike. Ne ku wek îroj hinek  dibên ’’ çi dibe bila bibe divê Erdogan ji hukum bikeve’’ ev bi xwe kesê dixwazin Kurdan dinav dewletê de bikin teref weha dikin. Tu dibê qey yên bên wê ji Erdogan çêtır bin. Pirêza yên bê ji Erdogan ne paqijtire.3- Piştî hilbijartina, encam çi be bila bibe, dê pêvejoyek ya ji bo hewldana çareseriya pirsa kurd bikeve rojeva dewlet û hikûmetê? Bersîv- Pêvajoya bi meena çend sal berê ne bawerim. Bes dewlet bi xwe wek min di pirsa duda de diyar kir wê hinek gav bavê je. Turkîye dikari bibe federasyonek Coxrafî

Back to top button