Nivîsar

Kurdên Bakûrê Kurdistanê tekçûne û xusirîne

Rastî eve ku di destpêka salên heftêyan de ji sedsala borî de, hikûmeta Tirkyeyê ya wê demê  bi awayekî veşartî ferman û îşaret ji kadbiderstên xwe yên îstîxbaratê de ku li deverên kurdî partiyên Çep ava bikin û bi awayekî aktîv bikevin nav wan partiyan û aydolojiya çepatiyê bilav bikin, bi vî awayî li herêmên kurdî  tevgerên çalak ên çalakiyên çepgiran li Bakurê Kurdistanê dest pê kirin.Bêguman ev wezîfe li ser milên îstîxbarata Tirkiyeyê bû ku bi timamî partiyên kurdî yên welaparêz têk bidin û tevgera rizgariyaxwaza Kurdistanê jinavbibin.Îstîxbarata Tirkiyeyê, Patiya Karkerên Kurdistanê derxist Meydanê û piştî hemû partî û tevgerên azadîxwaz yên kurdî têkbirin, meydana Kurdistana Bakur  ji PKKê re hişt.Abdullah Ocalan li ser ekarana MED-TV, berî ew ji aliyê Tirkiyeyê ve bê girtin,  li xwe mikur hat ku çar salan îstîxbarata Tirkiyeyê (MIT)  alîkariya wî kir û bi alîkariya MITê desthilata xwe li Bakurê Kurdistanê berfireh kir û hebûna xwe feriz kir.Erka sereke ya MITê ew bû ku bi rêya PKKê û bi destên Ocelan struktura tevaya Bkaurê Kurdistanê têk bidin weke jinavbirina eşîr û borjowaziya kurdî û bi kiryarên xwe bi awayekî giştî stuktura civaka Kurdistanê hilweşînin.  Mixabin, ev armanca wan bi cî hat û Îstîxbarata Tirkiyeyê ev aramnca xwe bi rêya Çepgiran û PKKê  li herêmên kurdî bi cî kir.Duhî çi qewimî û îro çi diqewime?Îstîxbarata Trikiyeyê êdî zanî û ku wezîfeya Abdula Ocelan li Bakurê Kuyrdistanê  bi dawî hat û Tirkiye li ser pilanekê xebitî ku êdî kontrola Bakurê Kurdistanê ji bin destê Abdula Ocelan derbîne û ji bona vê yekê pêwîstiya Tirkiyeyê bi kadîdadek din hebû û li gor Tirkiyeyê kadîdê herî baş ku wezîfeya Ocelan bidomîne Selahedîn Demîrtaş e.Di destpêkê de ji bona ku Demîrtaş binavûdeng bikeve û tesîra wî li ser gelê kurd li Bakurê Kurdistanê  çêbibe,  hikûmeta Tirkiyeyê alîkarî jê re kir û rê jê re xweş kir ku 10% derbas bike.Piştî Demîrtaş li Bkurê Kurdistanê dibe xwedî statû û bandor, hikûmeta Trikiyeyê bi zanebûn  bi rêya Çepgiran dest bi hindek operasyonên neqanûnî û qirêj li bajarên Kurdistanê şerê xendekan lidar dixe ji bo berdewamiyê bi pilana xwe bide û bi rêya wan operayona  bajarên kurdan ji kurdên welapparêz paqij bike. Piştî wan operasyonan, şerê xendekan, li bajarên Kurdistanê û wêrankirina bajaran û kuştina xelkê sivîl, hikûmeta Trikiyeyê gelek endamên HDP bi alîgirên PKKê gunehbar dike ku yek ji wan jî Demîrtaş bi xwe bû.Pişt re hikûmeta Tirkiyeyê navê wan endamêm HDP yên bi alîkariya PKKê hatibûn sucdar kirin eşkere nake bi tenê Demîrtaş binçav dike û zîndanî dike.Demîrtaş li zîndanê her tişt li ber destên wî heye. Xwarin û vexwarina wî heye, medya Tirkiyeyê û Çepên wê, hema bêje, rojane daxuyaniya û hevpeyvînan bi Demîrtaş re dikin û li ekranên TVyan tê weşandin, nivîsên Demîrtaş li rojanemyên Trikiyeyê tên çapkirin û ew vê yekê hemûyê li gor daxwza hikûmeta Trikyeyê pêk tîne û bi vê rêyê  gelê me yê belingazê li Bakurê Kurdistanê mejîşûştî dike. Piştî van hemû tedbîran jî Demîrtaş weke mexdurek tê binav kirin.Piştî ku hikûmeta Tirkiyeyê aklîkariya Demîrtaş kir ku ew kir lîderek li Bakurê Kurdistanê, niha Tirkiyeyê dest pê kiriye bi awayekê rêkxistî Bkurê Kurdistanê ji  kurdan, bi taybetî ji kurdên welatparêz paqij bike û bi vî awayî pilana xwe ya ji bona helandina neteweya kurd li Turkiyeyê berdeam bike ka çewa bi serê Yunanniyan û yên din anî bi serê kurdan jî bîne. Hamze Celalî22.06.2018

Back to top button