Nivîsar

Lawikê Bişêrî…

Şerefxan CizîrîKerwan ji Amedê berbi Batmanê de diçû. Ew kerwan yê Bişêriyan bû. Her serê demekê kerwanên ji derdorên Amedê dihatin bajêr û hewcedarîyên xwe bicîh tianin û dîsa vedigeriyan herema xwe.  Çûn û hatina wan kerwanan bi xwe re çandeke civatî avakiribû. Li ser wan kerwanan gelek çîrok û çîvanok hebûn. Di kerwanan de hemû cure mirov jî hebûn. Hunermend, tewtewe, bazirgan, evindar, mêrxas, qeşmer ûhw. Gelek caran, ji ber hinek sedemên ekonomikî û heremparêzî dikaribû dinavbêna kerwanîyan û eşirên ku li ser rîya kerwanan dijîyan, şer derketa. Tixûbe hereman û otorîta eşîran gelek caran dibû hicetek ji bona desthilatdarîya heremî. Baca rê ji kerwanan dihate standin. Kerwanên ku baca rê nedana, dikaribû şer dinavbêna wana û eşirên heremê de derketa…Pergala civatê wilo ava bibû…Şerê Felitê Quto û kerwanên Atmanan li ser vê yekê derketibû. Felitê Quto doza baca rê li kerwanê Atmanan dikir û ji ber vê sedemê jî şer di navbêna wana de derketibû. Mamê Qilikî û Felitê Qûto bi hevdu re şer kiribûn. Di edebîyata me ya devkî de, ev şer cihekî pir giring digire…Serokê kerwanê ku ji Amedê dabû ser rê, Birho lawikê Bişêrî bû. Birho bi eslê xwe ji eşîra Reşkotan bû û dengbêjekê binav û deng bû. Kerwanê Bişêriyan gelek caran li Tepa Barava  danîbû. Ji ber ku sitara kerwanê wana li vir hebû. Piştî ku reşayî kete erdê kerwanîyan biryara xwe de ku kerwan bêhna xwe berde. Dîsa kerwanê Bişerîyan li derdora Gundê Tepe Barava cih ji xwe diyar kiribû û kerwan li vir sekinandibûn. Dinavbêna Çemê Dicle û Tepa Barava de rêya giştî ya kerwanan hebû. Kerwanê Bişêrıyan vê carê jî li vir danibûn û wê şeva xwe li vir derbaskiribana…Ji atmosferê bêhna evîndarîyê difûriya…Peyamê vexwendina evînê tarîtiya şevê ronî dikir…Pişti ku kerwan bicih bû, herkesî xwarina xwe xwarin, behna xwe vekirin, li mêjê xwe kirin, dûra dor hatibû Birho Lawikê Bişêrî. Birho jî hemû şevê texsîr nekirbû… Dengê Birho şeva tarî diqelaşt…Kundên şevan jî li ber dengê Birho ketibûn nava xeyalan…Mirîyên mezalan radibûn li ber kêlê xwe rudiniştin û dengê Birho guhdar dikirin…Stêrikên li ezmanan ji hevdu dipirsîn; ma ev ne Birho Lawikê Bişêrîye! Vî dengbêjî dîsa em xemgîn kirin, kela dilê me difûrinê, digotin… Şev li teyrik û tiluran jî xerimîbû, yê ku dengê Birho dibihistin fırtfırt dikete nava wana… Bi dengê Birho re hemû hest, raman, tevger, dilbijandin ji cihê xwe diqeliqîn. Tevgereke mezin di civatê û xwezayê de pêk dihat. Heta masiyên çemê Dicle yek bi yek ji kulan derdiketin û berê xwe didan dengê Birho… Hemû maxluqatan tiştek ji dengê Birho zeft dikirin û û ew berbî xwe de dibirin. Ma hema têne maxluqatên xwezayê nerehet bibûn? Na xêr…Li gundê Tepa Barava jî evîndarê Birho hebûn. Seyrê yek ji wana bû. Gelek caran Seyrê li dengê Birho Lawikê Bişêrî guhdarî kiribû. Çi gava ku kerwanê Bişêriyan li nêzikî çem bêhna xwe berdida xewa şevan li Seyrê diherimî. Seyrê dikete nava xeyalan…Lê vê carê Seyrê ji xeyalan derbasî rastîyê bibû û biryara xwe dabû ku gavê biavêje. Seyrê bi hestên evinî tevger dikir. Dilê wêna germ bibû. Seyrê bangî cêreya xwe kir, got; de ka rabe qazekê bi birincê biheşîne û bi cêriya xwe re bilez çû ba Kerwanê Bişêriyan. Cêrî û xatûna xwe bilez xwe berdan ba kerwên, mebesta wana ev bû ku Birho bibînin. Xatûn ji cêrîyê re dibêje xatûna min Seyrê, Birho dinava kerwên de ye û çawê wîna li rêya te ye… Min dengê wîna qenc naskiriye. Ew bangî te dike…Seyrê jî bangi Birho dike û dilgermî dibêje; Lo lo Birho, ez ne tî me ne birçî me, ez di kulek û pencerê mala bavê de runiştî me. Min bihistiyê ku kerwaneke li binya mala bavê min daniye. Heger Birho Lawikê Bişêrî dinava wana de be, bila bê min ji bavê min bixwaze. Ji evarê Xwedê de te nav û hinevê min hilandine…Ji vir û pêde evîndar diavêjin ber hevdu. Yek ji Seyrê û yek jî Birho… Seyrê jî tera xwe heye! Çarîneke ji wêna û yek ji wîna. Evîn û evîndarî bigotinên wana geş dibe. Di hemû gotin û şibandinan de evîn û erotîzm heye. Hemû cebilxwana wana ya evînê dikeve tevger e. Çiqasê jêhatbûna wana heye xwe dide der. Gotin ji gotinan derdikeve, hevok bi dûv hevdu de têne hûnandin. Evîndar pesnê hevdu didin. Gilî û gazînên xwe bi hevdu dikin. Deryaya hestan tê avakirin. Kerwan jî li gotinên evîndaran temaşê dike…Çiqase şibandin, dilbijandin, gazin, nirx û qîmet hebin yek bi yek tên gotin…Dawî; Mirovê ku evîna Birho Lawikê Bişêrî û Seyra Tepî nebihîsti be, li stîla dengebêjîya wana guhdar nekiri be, gotin û şibandinên Birho û Seyrê di xûrcezîna wana ya hunerî de tune be, ew ê ji aliyê zimanê evindarîyê û hunera gotinan de gelekî qels bimînin. Ji me gotin…

Back to top button