Civak

Leyla sembola îrada miletê xwe ye

Tevgera Ciwanên Kurdistanê Leyla Qasim bi bîrtîneBîranîna Leyla Qasim û Hevalên WêDi 22 saliya xwe de bû mînaka berxwedanê. Mêjiyê wê zelal, armanca wê diyar, baweriya wê bi hêz çû ser celadan, dagirkeran û mirinê. Bejna xwe netewand li ber tirsê, li ber eşê. Zilm û zordestî bejna wê netewand lê sekna wê tirs berda nav dilê dijminan.Ku bipirsin “Lêyla kî ye?” bibêjin “Sembola îradeya miletê xwe ye.” Ku bixwazin fam bikin armanca Leyla çi ye, beytek ji “Mem û Zîn”a Xanî ji wan re bixwînin.Leyla Qasim û hevalên wê Hamaw Cewad, Fuad Nariman Masti, Hesen Heme Reşîd û Azad Miran Sleman berî 43 salan ji aliyê dagirkeran ve hatin şehîdkirin.Em wan û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.Tevgera Ciwanên Kurdistanê12.05.2017

Back to top button