Li 12 parêzgehan 25 hezar û 644 xwendekaran dersa Kurdî hilbijartiye
Saziyên zimanê Kurdî û hin partiyan ji bo ku Kurdî di dibistanên navîn de wek Dersên Bijarte yên Zimanên Zindî bê tercîhkirin, kampanya dabûn destpêkirin.
Li gor daneyên nefermî yên ku ji mamosteyên Kurdî yên 12 parêzgehan hatine berhevkirin, 25 hezar û 644 xwendekar dersên Kurdî tercîh kirine.
Li gor daneyên DILKURDê li 12 parêzgehan hejmara xwendekarên ku Kurdî hilbijartine wilo ye: Bîngol: 6230, Amed: 5104, Mêrdîn: 4941, Êlih: 3400, Wan: 1757, Şirnex: 1383, Colemêrg: 1092, Mêrsîn: 650, Bedlîs: 324, Elezîz: 324, Elezîz: 340, 1328
Ji aliyê din ve Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Faruk Dînç, li ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de daxuyand ku li gor agahiya Midûriyeta Perwerdehiya Netewî ya parêzgehê, li Diyarbekirê 5 hezar û 104 xwendekar zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî tercîh kirine.