Cîhan

Li Îranê xelk û rejim ji hev dûr dikeve

Financial Time, piştî biryara Amerika di derbarê Îranê de dayî, bi nivîsekî behsa rewşa Îranê dike û dide xûyakirin ku, Îraniyên bê pere lanetê  li rejima ketî di nava gendeliyê de tînin.Li bazarên ku tiştên erzan difroşin , xelk ji bo kirîna xwarin û tiştên din dibûna dor, lê niha xelk li bazarê nagerin.Bihayê her tiştekî zêde bûye, xelkê hejar nikarê kîrînê bikin, pîrejinekî ku li bazarê dixwest hinek fêkî bikirê, digot:Xwedê bela xwe bide vê rejimê û yên gendeliyê dikin.Zarokên xwe rêdikin Amerika û Kanadayê û me birçî dihêlin. Rojname dema behsa vê yekê dike dixwaze zehmetiya jiyana rojane li Îranê bide xûyakirin.Rojname da xûyakirin ku, li Îranê bihayê tiştên xwarinê ji sersalê heta niha ji % 50 bihatir bûne.Financial Time di berdewamiya nûçeya xwe de dibêje:Pispor didin zanîn ku ji şoreşa 1979ê heta niha tu cara xelk û rejim evqas ji hev dûr neketiye.  Ji sere sale heta niha bi hezaran xwepêşandan derdikevin qada û her ev cureyên xwepêşandana berdewamin. Hinek xwepêşandan ne gelek girsehîbûn, lê dijitiya xwe li himber rejimê vekirî didan xûyakirin. Rejim ditirsê ku, dorpêçên Amerika aciziya xelkê zedetir bike û xelk li dijê rejimê dest serhildanekî bikin.Li Îranê gelek kes ne razîbûna xwe bi awayek vekirî li dijê rejimê dide xûyakirin. Ev dikare bibe destpêka pêvajoyek nûjen li Îranê.

Back to top button