Polîtîk

Li Silêmaniyê di hilbajartinan de hîle hatine kirin

Polîtburoya PDKê di derbarê hibijartinan li Silêmaniyê peyamek belav kir û tê de ragihand ku gumana wan ji wê proseyê heye û dibêje, destkariya dengan hatiye kirin.Daxûyaniya PDK:


Li gorî zanyariyên destpêkê û li gorî dengên PDKê, li parêzgeha Silêmaniyê û li bajar û bajarokên din ên wê parêzgehê, gelek guman li cem me çêbûne, ku bi awayekî bi pilan destkarî di dengên xelkê de hatiye kirin. Herwiha veguhestin û birna sinduqan ji navendên dengdanê dîsa guman li cem me çêkiriye ku destkariya dengan hatiye kirin di sûda aliyekî siyasî de.Hêjayî gotinê ye ku herwiha aliyên din ên siyasî jî bi guman in ji paqijiya proseya hilbijartinan li Silêmaniyê.Lewma em wek PDKê radighînin ku encamên ku li Silêmaniyê hatine ragihandin nayên qebûlkirin, em daxwaz dikin ku kaxezên dengdanê bi destan bên hijmartin û eger proseya hejmartina dengan li tevahiya Kurdistanê bi destan bê hijmartin dê baştir be, ji bo ku guman li cem kesî nemîne û ji bo ku ewlehî û aramiya Kurdistanê parastî be.Mehmûd MihemedBerdevkê PDKê

Back to top button