Polîtîk

McGur ji bo YNKê: Min daxwaza paşxistina hilbijartina nekiriye

Şandiyê taybetiyê serokê Amerîkayê ji bo karûbarên hevpeymaniya li dijî DAÎŞê dibêje ku wî daxwaza paşxistina hilbijartinên Kurdistanê nekiriye û pirsa hilbijartina parlamentoya Kurdistanê pirseke navxweyî ye.Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji ber rewşa xwe ya aloz û yevlîhev ya navxweyî ji bo hilbijartina neamadeye û dixwaze hilbijartin bên paşxistin û jibona vê jî Amerîka dike behane û di mediya xwe de ji xelkî re dibêje ku Amerîka naxwaze nuha hilbijartin bên kirin.Lê belê serok Mesûd Barzanî di peyva xwe ya di kongireya Yekêtiya Lawan de got ku Amerîka daxwaza paşxistina hilbijartina nekiriye.Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî di pireskinferensa xwe de diyar kir ku McGur şandiyê taybetiyê serokê Amerîkayê ji bo karûbarên Hevpeyamniya dijî DAÎŞê daxwaz paşxistina hilbijartina parlamentoya Kurdistanê nekiriye û Mcgurk gotiye ku pirsa hilbijartina pirsek navxweyî ya başûrê Kurdistanê ye.McGur di malpera xwe ya Twitter de van gotinan pişt rast dike û dinivîse ku wî daxwaza paşxistina hilbiajtinên parlamnetoya Kurdistanê nekiriye, pirsa hilbijartina pirsek navxweyî ya Herêma Kurdistanê ye.

Back to top button