KulturPolîtîk

Medya PKKê derewa dike

Medya PKKê di derbarê PDKê û rewşa Iraqê de nûçeyên derew belav dike.Heri dawî di malpera Lêkolin de bi navê Nizam Bariş nivisek hatiye belav kirin û di nivîsê de îdia dike ku, azadkirina Musilê ji aliyê hêzên Iraqê û Heşda Şebi ve PDK û Tirkiye kiriye tengasiyê de.Herweha îdia dike ku, Tirkiye û PDKê hêzêk hevbeş li herêmê pêktînin.Ji aliyek din ve Bariş li gora xwe şîreta li PDK dike û dibêje:Divê PDK û Tirkiye li ser axa Iraqê ji dev siyaseta xwe ya berê berdin.Herweha heman kes dibêje ku, piştî azadkirina Musilê, PDK pêwendiyên xwe eşîrên Sune re geş dike da ku plana li ser erdê ji destê DAÎŞê derketî bike. Ev eşîrên sunê nêzikî DAÎŞê ne.Derew û dezenfarmasyonên malpera Lêkoline gelekî vekirne. Lê mixabin hinek aliyên siyasî û civakê baweriyê li van derewan tîne û li himber PDKê û siyaseta xeta netewî dibe xwedî helwest. PKK bi israr derewa ku PDK û Tirkiye li Iraqê siyasetek hevbeş rêve dibin belav dike.Di rastiya xwe de PKK destek xirab yê hukumeta Bexdayê li Kurdistana Başûr e. Baş tê zanin ku çekdarên PKKê ji hukumeta Bexdayê miaşê xwe digrin û wek tayek yê Heşda Şeîbî kar dikin.Erkek ya medya Başûr ewe ku derewên di medyayê de belav dibin eşkere bike.Tê zanin ku medya YNKê heta radeyekî propaganda PKKê dike, ji xwe medya Goran wek medya PKKê bi xwe kar dike. Dimine medya nêzikê PDKê.Erkek medyayîye li ser milê Basnews,Rûdaw, Kurdistan24 û hinek medyayên din dezenfermasyonên di derbarê Kurdistana Başûr de têne belav kirin bisekinîne û li himber vê yekê hemleyekî bike û rastiyê ragihîne.Mixabin heta wek niha bi awayê pêwist ev nayê kirin.

Back to top button