Nivîsar

Medya PKKê derewa dike

 Lêkolin malpera girêdayê PKKê cardin ji bo xwe senaryoyan çêdike û li gora van senaryoya rê nîşa PKKê dike.Di lîkolînê de nivîsek bi nave Goran Akreyî bi zimanê Tirkî hatiye nivîsandin. Akreyî li gora xwe behsa pêwendiyên Tirkiye û welatên herêmê dike. Herweha di heman nivîsê de, bê ku bizanê pêwendiyên PKKê û Heşda Şeibî û hukumeta Iraqê li dijê Kurdistana Başûr dide xûyakirin.Akreyî di beşek nivîsa xwe de dibêje: PDK daxilê leyiztikê bû:17ê meha Sibatê li Duhokê li Otela Jiyan civînek di navbera berpirsên MITê,  berpirsên hêzên taybetê Tirk û Mesrur Barzani û Sihat Barzanî de pêkhatiye.Li gora agahdariyên di civînê gihane destê me, Aliyê Tirka daye xûyakirin ku piştî operasyona Efrinê serbikeve, ewe dema bête kifşkirin , dest operasyona Qendil û Şingalê bikin.Di vê operasyonê de cihbûna hêzên PDKê û bandora wan gelekî giring e. Li gora plana civînê de hati tesbît kirin, ji bo operasyona Şingalê, Hêzên Barzan û Pêşmergeyên Roj cihê girîn digrin û rê ji bo Tirka vedikin.Li gora agahdariyên xelkê herêmê didin, eve demekê Spayê Barzan û Pêşmergeyên Roj hêzên xwe cih dikin û li deverê mewziyan dikolin.“Gelek vekirî cardin wek her demî PKKê kirî dijminetiya Barzaniyan û PDKê di rojeva wan de ye û ev ji bo vê siyasetê armancek serekeye.  Pêwist nake ku mirov rexnê li naveroka vê nivîsê bike rastiya PKKê û role PKKê li herêmê bide xûyakirin. Herkesek dizane PKKê di xiyaneta 16ê Oktoberê de li gel Heşda Şeibê cih girt û dagirkirina Kerkûk û hinek deverên din de rol leyizt. Ji aliyek din li Şingalê PKK û Heşda Şeibî bi hevre kar dikin û hevbeş Li Şingalê kar û xebata heta niha jî berdewam e.Niha li vê derê pirs ewe ku, gelo di rastiya xwe de ev helwesta PKKê çikas di nava Kurdên Başûr û taybatî di nava kadroyên PDKê de tê dîtin. Eger siyasetek stratejiyek dirêj de dost û dijmnên xwe ji hev nasneke û li gora wê jî siyasetê neke, dê her demî metirsiya tehdîtek nevxwe li ser hebê.Wek her care malpera Lêkolin derewa dike û ev senaryo ji bo qirêjiya siyaset û kiryarên PKKê li Başûr bê weşartin hatiye nivîsandin. 

Back to top button