Cîhan

Mercedes: Em hemû pêwendiyên xwe li Îranê dicemidînin

Şirketek ya herî mezin a Almanya Daimler piştî biryara serokê Amerika Trump di derbarê Îranê de, pêwendiyên xwe yên bazirganî hemû li gel Îranê cemidandin.Daimler şirketa herî mezine di cîhanê de ya ku otomobilên pêşketî û bi qîmet çêdike. Otomonilên Mercedes jî di bin bane vê kompanyayê de kar dike.Berdevkê Mercedesê ji AFPê re da xûyakirn ku ji berî niha jî me bi sinor li Îranê kar dikira. Em niha hemû karê xwe û pêwendiyên bazirganî dicemidînin. Ev biryara me di çerçova sizayên li ser Îranê de hatiye dayîn.Piştî daxûyaniya Trump nûnêrên Yekitiya Ewropa dabûn xûyakirin ku ew dê pêwendiyên xwe li gel Îranê berdewam bikin û guh nadin biryara Trump. Ji bo vê yekê jî ev helwesta Mercesedes balkêşe.

Back to top button