Kultur

Min Dît û Nabêjim-24/B

Xwendevanên Hêja “ Min Dît û Nabêjim“ Romaneke ji aliyê nivîskar Silêman Çakirve hatiye nivîsan din. Em vê Romanê beş û beş ji bo xwendevanên Rojevakued diweşînin.
Dest xweşûyê li nivîskar Silêman Çakir dikin..
Min Dît û Nabêjim:
—————————
Silêman Çakir
Gûndê me,Gûndekî bilind û Dîrokî bû.Texrîben 5000 sal ku heye ava bûye. Derdora wî sarinç, şikekeft û çal û hewdik bûn.
Newala wî girîng û di warê fêkî de gelek zengîn û bâlkêş bû. .Gelek fêkîyê lê hebú li ti cîye nebû.
Em sibeha bi dengê dîk û bilbile hişyar di bûn. .Bihar mîne bihare,payîz kêf xweşî didan.
Malbat  bi Kurdewarî jîyan dikirin.Êvare civak her şev li dar bû. Çîrok û sitran tu car kêm nedibûn.Radye Erîvan tim di haye gûhdar kirin.Deng û bahs ji gûhe li gûhde di gerîyen.Rojek ji roje gotinek li gûnd kete rojevê,gotin zilamê Barzanî hatine gûnd..Ew jibon Kurde şer dikin,ji ware dibê jîn pêşmerge,şaşik sor û bi şal û şapikin,tiving di destê wade ye û tim şer dikin li serê çîye…
Jibon min gelek bû meraq û merem, min di xwest ez wa bibînim,lê gotin bi serê sibehê de derketin û çûn..Roja dîtir min jî bav û dayîke xwe pirsî, gotin ew Kurdê bi Rûmetin, leşkerî Mele Mistafa Barzanîne.
Lê gotin min tu li ti cîye bahs neke,Romî his bikin wê bên me bibin têxin zîndanê.
Wext û çend roj derbas bûn, gotin Romî û suwarî hatine gûnd,li mirovê qaçax di gerin, dibêjin hinek bi şaşik hatine vî gûndî, mixtar wa birîye mala xwe û xwarin daye wa,jibon ku li tu kesî nexin û ne girin.
Lê dibêjin mixtar dibê ên ku titine qaçax li vî gûndî di çêne hene,mixtar jibon ku bela wa jî xwe vekê bandikê mirovmirovekî Feqîr, tê cem wa çend sîle lê dixin û mixtar bertîlekê ji gûndîyê faqîr distînê û  (pere)nêvî didê wa û nêvî ji xwere dibê.
Romî diçin û gûndîyê faqîr diçê male xwe…..
Back to top button