Vîdeo

Nabê PKK wek aliyek kurd bê hesibandin

Berpirsê Nûnertiya ENKSê li Hewlêrê Xalid Elî di konferansê de got: “Şaşiyeke mezin di nava Tevgera Kurdî de heye, ku PKK wek aliyekî Kurdî tê hejmartin, PKK bi xwe li ser xwe qebûl nake ku ew hêzeke Kurdî ye. Hemû hêzên bi ser PKKê ve yên Kurdistana Sûriyê jî red dikin ku ew hêzine netewî ya Kurdî ne.”Xalid Elî hejmara alîgir, endam û serkirdeyên ENKSê û partiyên di nava wê de yên ji aliyê hêzên ser bi Rêveberiya Xweser ve hatine binçavkirin, aşkere kir û da zanîn ku, heta niha 10 kes li Efrînê, 7 ji Kobanê û 45 kesî jî li Cizîrê hatine binçavkirin.Herwiha Xalid navendên ku rastî êrîş û şewitandinê diyar kir jî, baregehên ENKSê, li Serê Kaniyê 3 caran, li Dirbasiyê 2 caran, li Dêrikê û Qamişlo hatine şewitandin. Baregehên PDK-Sê, 2 caran li Qamişlo, li Serê Kaniyê hatin şewitandin. Baregehên PYKS, li Qamişlo 2 caran û li Hesekê jî hatin şewitandin.https://youtu.be/t-4N1sgv_tg

Back to top button