Cîhan

Naveroka peywendiya telefoniya navbera serokwezîr û wezîrê derve yê Amerîkayê

Mike Pompeo wezîrê karûbarên derve yê Amerîkayê telefona Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir û di wê peywendya telefonî de çend mijar û pirsên giring û aktuel gotûbêj kirin.Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Amerîkayê pêşhatên dawiyê û serkeftina arteşa Îraqê û hêzên pêşmergeyê Kurdistanê li dijî çekdarên DAÎŞê li deverê û gavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê gotûbêj kirin.Her du aliyan behsa daxwazên hevwelatiyên Îraqê ku heyameke li dijî hikûmeta Îraqê xwepêşandanan dikin, kir û tekîd lis er wê yekê kirin ku divê daxwazên xwepêşanderan bên bi cî kirin û ji bo hevwelatiyên Îraqê jiyaneke baştir bê afirandin.Parastina qurbaniyên destê terorê û yên ku ji destê DAÎŞê hatine rizga rkirin, bi tyabetî êzidî û kirîstiyan, mijarek din ya peywendiya telefoniya navbera serowkezîrê Kurdistanê û wezîrê karûbarên derve yê Amerîkayê bû.

Back to top button