Cîhan

Nêçîrvan Barzanî digel şandeyeke leşkerî û siyasî ya Amerîkayê dicive

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 01.08.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li major general Sean Jenkins berpirsê ofîsa hevahengiya asayîşa Amerîka li Îraqê, Steve Fagin Konsulê giştiyê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê û şandeya bi wan re kir.Şandeya mêvan rola pêşmergeyê Kurdistanê di hevkarî û alîkarîkirina hêzên hevpeymanan di operasyona vê dawiyê ji bona jinavbirina metirsiya terorê bilind nirxand û sipasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Şandeya Amerîkayê bi pêwîstî zanî ku ji bona rêgirîgiritn ji metirsiya serhildana DAÎŞê hevkaîr  di navbera pêşmerge, arteşa Îraqê û hêzên hevpeymanan hebe û ji bona encamdana reforman di wezareta pêşmerge de jî berheviya xwe nîşan da.Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkariyên leşkeriyên Hevpeymanan û Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê û pêşmerge kir û hêvî xwest ew alîkarî bi taybetî di warê çaksazî û jinûve rêkxistina wezarerta pêşmerge berdewam be. Serowkezîr tekîd kir ku ji bona rêgirîgirtin ji serhildana çekdarên DAÎŞê divê zêdetir hevkarî û hevahengî di navebra Pêşmerge, arteşa Îraqê û hêzên Hevpeymanan de hebe,Rewşa hermî û rewşa emnî û siyasiya Îraqê çend mijarên din yên civînê bûn.

Back to top button