CîhanDosya

Nêçîrvan Barzani û wezîra parastina Almanya

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê  li Davosê tevî Ursula von der Leyen Wezîra Beravniya Almanyayê civiya.Ursula von der Leyen kêfxweşiya xwe ji bo destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û hêviya serketinê jê re xwest û pêdagirî li ser vê yekê kir ku Almanya bi girinî berê xwe dide vê proseyê û piştîvaniyê ji çareser kirina pirsgrêkan li gor destûra Îraqê û dabîn kirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dike.Nêçîrvan Barzanî spasiya alîkarî û piştîvaniya Almanya ji bo Herêma Kurdistanê kir ku tevî Fransayê derî yên xwe bi ser Herêma Kurdistanê vekirin.Herwiha diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê bi destpêkeka baş daye zanîn û got Herêma Kurdistanê hêvîxwaze diyalog û karên komîtên hevpar navbera Hewêr û Bexdayê encameka baş ji bo çareser kirina pirsgirêkan hebe û berî hilbijartinan hinek ji wan pirsgrêkan bihên çareser kirin.Serowezîr Barzanî pesna Angela Merkel Serokwezîra Almanyayê ji bo piştîvnaî kirin ji mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kir ku hewl daye pirsgrêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi riya diyalogê û ji hev têgihiştinê bihên çareser kirinaHerwiha got Herêma Kurdistanû bi awayekî cidî li pirosêsa diyalogê beşdar e û hêvîxwaze encameka baş hebe.Qubad Talebanî Cîgrê Serokwezîr, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê û Felah Mistefa Berpirsê têkiliyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê civînê de berhev bibûn. 

Back to top button