CîhanCivak

Opozisyon behna serkeftinê dike

Li Tirkiye ji bo hilbijartinên serokkomariyê rojnameyên biyani rojane nirandina dikin,  ji ber ku nirxandinên wan bê alîne ji hemû şiroveyên li Tirkiye têne kirin behtir cihê baweriyêne û mirov hindik bê jî rastiyê tê de dibîne.Kovara Ingilîzî The Economist li ser rewşa hilbijartina û berendamên serok komariya Tirkiye nirxandinekî dike û dibje: Berbijêrên opozisyonê li himber Erdogan bêhna serkeftinê dikin.Kovar di derbarê berbijêrê CHPê Muharem Ince û berbijêrê IYI parti yê Meral Akşener de nirxandinê dike. The Economist dide xûyakirin ku, berbijêrê opozisyonê hêja li himber Erdogan ne favorine. Lê roj bi roj berûpêşve diçin û dixweyê li himber Erdogan berbijêrên rastin ku hatine destnîşankrin.Di derbarê Muharem Ince de The Economist dibêje: Muharem Ince kesayetek populer e û wek dînemêrekiye. Ew dikare dengdarên muhafazakar re diyalogê baş deynê. Ji bo vê jî kesayetek taybet e. Ince ji malbatek muhafazakare, ew mêja dike û pişgiriyê dide ku jin di dezgehên hukmî de jî serê xwe binixûmînin. Lê car carê jî vaxarinê(alkol) vedixwe.The Economist di derbarê Meral Akşener de jîdibêje: Siyasetmedarek kevne û demekî wezereta navxweyî kiriye. Bi awayekî berfireh parti damezirand, partiya wê benda ji % 10ê derbas dike. Lêpirsîn rijeya dengên Akşener zêdeyî ji % 20 didin nîşandan.

Back to top button