Civak

Partiyên kurd pişgirî dan karkeran

Ji PAK, PSK, PDK- Bakur, ÖSP û Hereketa Azadî daxuyaniya piştgiriyê bo karkeranRoja (09.04.2018) PAK, PSK, PDK-Bakur, ÖSP û Hereketa Azadî ji bo piştgîriya karkerên şaredariyan ku ji karê xwe hatibûn dûrxistin daxuyaniyek dan çapemeniyê.Weke ku tê zanîn bi hinceta ‘terorê’ 722 karkerên di şaredariyên Amedê de dixebitîn, ji kar hatibûn dûrxistin ku piraniya wan ji Şaredariya Rezanê bûn.Bi hilkefta nîşandana piştgiriyê bo karkerên ji kar dûrxistî Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalista Kurdistan (PSK), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur) û Partiya Azadî, Sosyalîzmê (ÖSP) û Hereketa Azadî daxuyaniyek dan çapemeniyê.Daxuyanî bi kurdî û tirkî hate xwendin.Kurdiya daxuyaniyê ji aliyê Serokê Şaxa Amedê ya PSKê Vedat Dede ve; Tirkiya wê jî ji aliyê Serokê Şaxa Amedê ya PAKê Sait Aydoğmuş ve hate pêşkêşkirin.Daxuyaniya ku çapemenî bi baldarî şopand, bi beşdarbûna gelek dost û alîgirên partiyan, bi girseyî hate lidarxistin.Di daxuyanîye de wisa date gotin:Ji Çapemenî û Raya Giştî reHeftiya borî li Tirkiyeyê û li Kurdistana Bakur, di çarçoweya Rewşa Awarte de bi Qerarnameya di hukmê qanûna bi jimara 696an de, di bin navê ”Sererastkirina karê Taşeroniyê” de, bi hezaran karker ji kar hatin derxistin.Di vê biryarê de li şûna ku ji bo her kesî sebebên sûcan bi yeko yeko werin nîşandan, bi Qerarnameya di Hukmê Qanûnê de, bi îdiaya ”Lêkolîna Arşîvê û Ewlekariyê” sûceke tevayî û nediyar, hatiye nîşandan.Bi taybetî jî li Kurdistanê, piraniya van karkerên ji kar hatine derxistin ne ji ber ku sûceke wan a şexsî heye, ji ber ku ew û hin kes merivên hev in ji kar hatine derxistin. Têkiliya wan bi sicîla siyasî ya merivên wan ve hatiye danîn û ev yek wek sûc hatiye qebûlkirin û di encamê da gelek kes ji kar hatine derxistin.Di vê çerçoweyê de, li Diyarbekirê ji Şaredariya Bajarê Mezin, ji Şaredariya Baglar, Kayapinar, Yenîşehîr, Bismil û Erxeniyê, bi tevahî 722 karker ji karên xwe hatine derxistin. Ev mîqtar gelekî di ser wesatîya tevahiya Tirkiyê re ye. Ev yek jî nîşan dide, wek di îcraatên Rewşa Awarte de jî meriv dibîne, li Diyarbekirê ku wek navendeke siyasî ya Kurdistanê ye gelekî zêde ye. Çawa ku li Kurdistana Bakur îradeya gel hat binpêkirin û sîstema Qeyûman zêde hat bikaranîn, li vir jî heman tişt hatiye kirin.Ev tiştê hatiye kirin nîşan dide hukûmeta AKPê û şirîkê wê MHP kesên ne ji xwe, wek sûcdareke muhtemel û dijmin dibîne. Ev koalîsyon bêyî ku rîayetî huqûqa heyî bike, mafê însanan û keda wan binpê dike û bi vê kirina xwe jî bizrê kîn û nefretê direşîne, pêşerojê reş dike û difetisîne.Em nûnerên partî û rêxistinên şaxên Diyarbekirê yên îmzeyên me li jêr e li dijî vê bêqanûnîyî û bêhuqûqiyê dertên û vê yekê wek wacibekî tekoşîna xwe ya azadiyê û demokrasiyê dibînin. Em hemû kirinên bi vî rengî yên neheq û neqanûnî protesto dikin. Divê hemû karker û karmendên neheqî li wan bûye vegerin ser karên xwe. Ji bo ku hemû karmend û karkerên ji kar hatine derxistin vegerin ser karên xwe.Em piştgiriyê didin tekoşîna hemû karker û karmendan û sendîkayên wan.09 NîSAN 2018

Back to top button