Cîhan

Penaberê Kurd li Almanyayê xwe kujt

Gelek kes rev û penaberiyê ji xwe re wek rêza azadiyê dibînin û terka xwedî û welatê xwe dikin. Di van demên dawiyê de bi taybet derketina Ewropayê ji Kurdan re bûye armancek mezin û bi berdêlên mezin, bi rêyên qaçax xwe davêjin tor û bextê Ewropayê û bi taybet jî almanyayê.

Dibêjin dîtin û bihîstin ne wek hev e. Piştî serî li penaberiyê didin û dikevin wan kampan wek kampên hêsîriyê, ji nû ve pê dihesin ku dane dû xeyalên nerast û serê wan li kevir dikeve.

Gelek Kurd di wan kampan de derûniya wan xirab dibe, penaberiya wan nayê qebûlkirin, gelek tên vegerandin û gelek jî hewl didin dîsa bi qaçaxî derbasî welatekî din bibin. Lê ji ber ku zagonên Yekîtiya Ewropayê ji navendekê tên birêvebirin, ew biçin kîjan welatî jî dîsa wan vedigerînin welatê ku berê lê serî li penaberiyê dane. Ango, penaberî hêsîrtî ye, rezîltî ye û dibe sedema têkçûna derûniya insên. Ji ber vê yekê, gelek penaber yan dixwazin dîsa vegerin welatê xwe, yan jî xwe dikujin û dawî li jiyana xwe tînin.

Mehmet Saît Polat ê ku 9 meh berê ji Amedê penaberî Almanyayê bû, wek gelekan dawî li jiyana xwe anî.

Bûyer li bajarê Erfurt ê Almanyayê pêk hat. Li gor agahiyên hatine bidestxistin, Mehmet Saît Polat ê ku 9 meh berê ji Navçeya Sûrê ya Amedê çûbû Almanyayê û daxwaza penaberiyê kiribû, dawî li jiyana xwe anî.

Hat diyarkirin ku Polat li kampa penaberan dawî li jiyana xwe aniye. Polat ê ku bavê 7 zarokan e wê li Amedê bê definkirin.

Back to top button