Civak

Peyama serokwezîr: Têkşikandina DAÎŞê li Kurdistan Îraq û deverê ji Şingalê dest pê kir

Nêçîrvan Barzaî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di peyamekê de bi boneya salyada komkujî û revandina bi hezaran kurdên êzidî ji aliyê DAÎŞ ve, daxwazê ji hikûmeta Îraqê dike ku dest bi normalkirina rewşa devera Şingalê bike daku koçberên wê deverê bo ser mal û milkên xwe vegerin.Teksta peyama SerokwezîrPeyama salyada komkujî û revandina êzidiyanÎro salyada komkujiyeke din ya êzidyan e ku ji aliyê rêxistina terorîsta DAÎŞ ve hat encam dan. Ew komkujî weke yek ji hovtirîn komkujiyên sesala 21ê dikeve  nav dîroka gelê Kurdistan û mirovatiyê.Di wê êrîşa ji bo ser devera Şingal, 1293 kesên sivîl ji devera Şingalê hatin şehîd kirin, herwesa, 6417 êzidî jî ku piraniya wan zarokên keç û jin bûn hatin revandin û 2745 zarok jî bê dayk û bav man. Bi dehan peristgehên êzidiyan hatin wêran kirin û heta nuha 69 gorênbikom hatine dîtin. Ev hemû û gelek amar û belgenameyên din besin ku parlemanto û hikûmeta Îraqê û civaka navdewletî bi biryareke taybet îtîrafê bi jênosîda êzidiyan bike.Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bicîkirina wezîfeya xwe ya parastina êzidiyan û zêdetir hevkarîkirina koçberên devera Şingalê berdewam dibe, herwesa, ofîsên me yên taybet li ser xebatên xwe yên ji bona rizgarkirina êzidiyên hatine revandin ku, heta nûha nîvan wan hatine rizgarkirine, û rizgarkirina hemû xûşk û birayên êzidî yên hatine revandin berdewam dibin.Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor îmkanên xwe dê ji bona başkirina jiyana koçberên devera Şingalê ku, çend sale di rewşeke nexweş de dijîn, bixebite.Di vê roja xemgîn de, em bi pêwîstî dizanin ku hikûmeta federal a Îraqê dest bike bi normalkirina rewşa devera Şingalê û di warê avadankirin deverê û dabînkirina xizmetgozariyan daku koçber bikaribin bi awayekî normal ji bo ser warên bav û kalên xwe vegerin, wezîfeya xwe ya bi cî bike.Daxwazê ji dewletên endam di Hevpeymaniya dijî DAÎŞê de û civaka navdewletî bi giştî dikin ku di avadankirina devera Şingalê û başkirina jiyana xelkê wê devera hatiye jonosîdakirin û nehêlana berkeftiyna ku jiyana wan timam nexweşkiriye, beşdar bin. Avadnkirin û başkirina jiyana xelkê devera Şingalê wezîfeya hevbeşa hemû aliyan e.Di vê rojê de bejina xwe ji bo qurbaniyan û canê pakê ew pêşmergeyên mêrxasên ji bona rizgarkirina Şingalê şehîd bûn diçemîn in û têkşikandina DAÎŞê li Kurdistan, Îraq û deverê ji Şingalê dest pê kir.Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrên herêma Kurdistanê03.08.2018

Back to top button