Polîtîk

Pêşmerge çekdarên DAÎŞê dorpêç kirine

Îro danê sibehê Hêzên Pêşmerge li ser erdê û balafirên Hevpeymaniya Navdewletî li asman li Çiyayê Qereçûx ê nêzîk Mexmûrê dest bi operasyonekê kirin li dijî DAIŞê. Pêşmerge pêşde çûne û ew terorîst dorpêç kirine.Eqîd Ziyab Ziyad Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Mexmûrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ku zanyarî ketin destê me de li ser tevgera terorîstên DAIŞê li derdora Mexmûrê, îro Hêzên Pêşmerge bi hevahengî ligel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî operasyonek bo jinavbirina wan terorîstan li Çiyayê Qereçûxê destpê kirin û ji sibehê de şer li navçeyê berdewam e.”Ji aliyê xwe ve çavkaniyeke leşkerî ji nava Hêzên Pêşmegre ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên DAIŞê xwe di nava tonêl û eşkeftên Çiyayê Qereçûxê de veşartine. Hêzên Pêşmerge li ser erdê pêşde diçin û li asman jî balafirên hevpeymanan li wan terorîstan didin.”Heman çavkaniyê wiha got: “Hêj şer bidawî nebûye û Hêzên Pêşmerge heta niha serkeftinên mezin bidestve anîne. Termê terorîstên DAIŞê li erdê mane û min bi xwe 15 termên wan dîtine.“Eqîd Ziyab Ziyad ragihand: “Hêzên Pêşmerge ji çend aliyan ve ew terorîstên li Çiyayê Çereçûx dorpêç kirine û bi hêviya xwedê em nahêlin yek ji wan biflite ji destê me.”

Back to top button