Kultur

Piştgiriya Zarok TV Dikin

Desteyê Bilind ya Radyo û Televîzyona Tirkiyê (RTUK) ceza da Zarok TV.RTUK belav kirina kilamên Kurdî, ku têda bêjeya “Kurdistan” heye, wekî sedem nişan da û got, ku “Kurdistan ji aliyê Cumhuriyeta Tirkiyê nehatiye qebul kirin” û ev yêka jî xizmet e bona “rêxistinê terorê”.Biryara hanê ya RTUK xizmeta asîmîle kirina zarokên Kurd dike û her usa gef e li ser radyo û televîzyonên dinê û gavek e ber bi qedexe kirina bêjeya Kurdistanê hatiye avêtinê.Biryara hanê ya RTUK, ku girêdayiya Wezareta Çand û Geştûguzar e, nişan dide dewleta Tirk derheqa pirsa Kurd da vedigere siyaseta berê û amaje bi vê yêkê dike, ku Tirkiyeyê nu di bin rêvaberiya “İttîfaka Cumhur” da wê çawa be.Em biryara RTUK ya derheqa Zarok TV bi tundî mahkûm dikin û daxwaz ji aliyên hestyar, ji hêzên aşitîxwaz, azadîxwaz û demokratik dikin, ku biryara hanê ya dij-demokratîk û dij Kurdistanê dengê xwe bilind bikin.Partiya Sosyalîst a Kurdistanê piştgiriya zarok TV û radyo û televîzyonên dinê, ku rû be rûyê kiryarên hanê ya RTUK ne.28.07.2018Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK 

Back to top button