Vîdeo

PKK ejandeya Îran û Sûriyê cibicî dike

Serokerkanê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê Ferîq Cemal Êminkî ji K24ê re ragihand, Pêşmerge dema hatine navçeyên Şingalê û Xanesorê, ew navçeyên Kurdistanî ne, Pêşmerge neçûye nava xakeke din.Êminkî got jî: “Ne ji mafê PKKê û ji bilî PKKê ye, ku xwe wek xwediyê van deveran bizanin. Ev dever yên Herêma Kurdistanê ne û Pêşmerge azad in biçin her deverek Kurdistanê, çi li Xanesor, Şingal û Sinûnê be.”Herwiha Êminkî armanca çûna hêza Pêşmerge bo komlegeha Xanesorê aşkere kir, ku hîn çekdarên DAIŞê li başûrê Şingalê di destê DAIŞê de mane û erkê Pêşmerge wan deveran rizgar bikin.Serokerkanê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyanî û bihaneyên PKKê yên dibêjin “Pêşmerge hatiye şerê PKKê bike” red kirin, û da zanîn, ku armanca Pêşmerge şerê DAIŞê bike, ne şerê ti kesî.Êminkî da zanîn ku, PKK û hêzên ser bi wê ve bi Heşda Şeibî ya Îran piştevaniya wê dike re kar dikin û mûçeyên xwe jî ji wan werdigirin.Herwiha Êminkî PKKê tuhmetbar kir, ku ecindeyên Îran û Sûriyê cibicî dike û got, PKK bi alîkariya Îran û Sûriyê hatiye Şingalê, da ku hêlekê ji Îranê û di nava Iraqê re bo Sûriyê veke. https://www.youtube.com/watch?v=Jlv06-6M-jc

Back to top button