DosyaNivîsar

PKK li Şingalê berjewendiyên Bexda û tehranê diparêze

 Pirs:Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi alîkariya hikûmeta Îraqê û hin aliyên din hewil dide Şingalê ji başûrê Kurdistanê veqetîne û weke kantonek ser bi Îraqê ve îlan bike.Ji aliyê din, hûkumeta Herêma Kurdistanê û hin aliyen din jî hebûna PKKê li Şingalê qebûl nakin û dixwazin PKK ji wê deverê derkeve.Gelo dîtina we li ser vê pirsê çiye? Hûn man û neman, hebûn û nebûna PKKê li Şingalê çawa dinirxînin?Serokê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye(PDK-T) Mehmet Emin Kardas  beriva pirsa Rojevakurd dide û dibêje: Bexda PKK li Şingalê wek cihê lingê xwe dibîne. Bersiva M.Emin KardasJi berî her tiştekî PKK û hevalbendên xwe ji roja pêşî heta îro bi dagirkerên Kurdistanê re hevkariyê dikin. Armancek sereke ya PKK/PYD ewe ku Kurdistanek serbixwe çênebê. Ji xwe vê yekê gelek eşkere dibêjin.Hebûna PKKê  li Kurdistanê li dijê hemû berjewendiyên kurda û Kurdistaniyane. Niha jî em dibînin ku mayina wan ya li Şingalê bi rêya hukumeta nawendî ya Iraqê û pişgiriya Îranê ye. Yanî vekirî PKK li Şingalê ji bo armancên Bexda û Tehranê dimîne û xebatê dike.Şingal di erdnigeriya Kurdistana Başûr de cihek gelek stratejik e. Di vê qonaxê de Bexdayê nekarî bi artêşa xwe bikeve Şingalê. Di nava hinek êzidiya de hêzek girêdayê Heşda Şeibî   avakir. PKKê jî bi rêya vê hêzê miaşên xwe ji Bexdayê digirtan.Hukumeta Kurdistanê çendî cara ev babet li gel Bexdayê gotubêj kiriye. Lê Bexda PKKê wek teminatek ya xwe li Şingalê dinirxîne. Şingal herçikas awayê îdarî girêdayê Bexdayê bê jî, lê axa Kurdistanêye û bi destên Pêşmergeyên Kurdistanê hatiye azad kirin.Di vê pêvajoya ku ragihandina dewleta Kurdistanê li gel Bexdayê tê gotubêj kirin, Bexda PKK li Şingalê wek cihê lingê xwe dibîne.Li ser xaka Kurdistana Başûr hukumraniya hukumeta Kurdistanê û rêz girtina vê ji bo hemû kurda gelekî xalek girînge. Dema mirov vê yekê baş nebinê dikare bibe malzemeyek siyasî ya propagandeyên PKKê û astenga di rêya serxwebûnê de peyda bike.Ji bo vê yekê divê hemû aliyên Kurdistanê di vê pirsê de gelekî hişyarbin, xwedî helwestbin û rê nedin mayina hêzên di xizmeta dewletên dagirker de li deverê.Îro projeye hinek dewletên dagirker li herême astenk kirina serxwebûna Kurdistanêye. PKK bûye beşek ji vê projeyê.Mayina PKKê li Şingalê di xizmeta Bexda û tehranê de ye.. M.Emin KardaşSerokê PDK-T

Back to top button