Kultur

PSK: Xirapkirina peykera Ehmedê Xanî erîşeka li ser çand û nirxên Kurd e

Êrîşa Kayyuman Berdewam eÊrîşa kayyuman, ku ji aliyê hikumeta AK Partî ve şuna seredariyan, ku bi dengê gelê Kurdistan hatibûne hilbijartinê, li ser nirx û bahayê Kurd berdewam e.Berê, peykerên Roboskî û peykerên li ber avahiya Şaredariya Amedê , Ugur Kaymaz, Orhan Dogan û Ehmed Arîf ji aliyên kayyuman ve hatibûnê hilaninê.Vê carê jî kayyuma Bazîdê, peykera sembola yekitiya netewiya Kurdistan, pîrê çand û zimanê Kurdî Ehmedê Xanî xirap kir.Sedem çi dibin bila bin, xirap kirina peykera Ehmedê Xanî, erîşeka dinê ye li ser çand û nirx û bahayên Kurd e.Em bi tundî xirap kirina peykerê Xanî Baba muhkum dikin û daxwaz dikin, ku hêzên welatparêz, demokrat û dilsozên çanda Kurdî dijî kiryarên hanê yên kayyuman dengê xwe bilind bikin.27.06.2017Partiya Sosyalîst a Kurdistan 

Back to top button