Cîhan

Putin: Pêwendiyên me yên baş li gel Kurdistanê hene

Vladimir Putin serokê Rusyayê salê carekî bi zindî di televizyona de, ji bo gelê Rusyayê diaxive, di vê axvtina xwe de behsa siyaseta navxwe û derve dike, behsa proje û rewşa darayî dike. Putin isal di axvtina xwe de behsa Kurdistanê jî kir.Putin di derbarê Kurdistana Başûr de got: Pêwendiyên me yên baş û dîrokî li gel kurda hene. Em dizanin di Iraqê de çi çêdibe. Em xebata kurda ya ji bo mafên wan yên rewa dikin tê digihin û çalakiyên wan teqdîr dikin. Em dibînin ku ev biryarên kurda di encama referandumê de hatine dayîn. Her weha em niha dibînin ku berpirsên Kurdistanê çewe bi awayek hestiyarî pirsgirêkan çareser dikin. Kurd vê yekê di çerçova yekitiya Iraqê de dikin.Di berdewamiya axavtina xwe de serokê Rusyayê got: Peywendiyên me li gel rêveberên Bexdayê jî hene. Em di palana xwe de, Iraq û di navde jî Kurdistanê, heyinek rewa û berhemdar dibînin. Em naxwazin destwerdanê di pirsgirêkên navxweyî yên Iraqê de bikin. Berevajî wê, em dixwazin planên me him li gel Iraq û di nav wê de jî li gel Kurdistana Iraqê berdewam bin, ku bi rastî ev proje projeyên gelek baş û berhemdar in. Gelek soz ji me re dane, em hêvîdar in ew soz werin cigbicihkirin.

Back to top button