Polîtîk

PYD divê girtiyên Kurdistanî ji zîndana berdê

Xelkê Rojavayê Kurdistanê û malbatên wan kesên ku di zindanên PYDê de ne, daxwaz ji wê rêveberiya PYDê dikin ku çarenivîsa wan girtiyan diyar bike.Serkirdeyê ENKSê Muslim Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “Baweriya PYDê bi tifaq û lihevkirin û jiyana siyasî li Rojavayê Kurdistanê, nayê. Bi dehan xelk avêtine binê zindanan tenê ji ber ku nêrîna wan a siyasî newek a PYDê ye, ku ew kes çarenivîsa wan nediyar e, lewma jî xelkê wan kesan daxwaz dikin ku bilez çarenivîsa wan bê diyarkirin û ji zindanan bên azadkirin.”Muslim Mihemed wiha got: “Bi dehan alîgir û serkirdeyên me girtî ne, ku hejmara serkirdeyên girtî 10 in û em heroj daxwaz dikin ku çarenivîsa girtiyan eşkere bibe, lê ti bersivê nadin me. Herwiha jiyana siyasî li me qedexe kirine û deriyê ofîsên me girtine.”Mihemed wiha domand: “PYD netenê jiyana siyasî, lê belê jiyana civakî jî wêran kiriye û ji aliyê neteweyî ve jî bê piroje ne û her ku tên şikestin dest bi girtina endam û alîgir û serkirdeyên me dikin û ofîsên me dişewitînin.”Wî serkirdeyê ENKSê ragihand: “PYDê li Efrînê serkirde û endamên me avêtibûn zindanan, lê ew bajar ket destê Tirkiyê de û çarenivîsa wan girtiyan winda ye û kes tiştekî li ser wan nizane.” 

Back to top button