Cîhan

Rêveberiya Ak Partiyê hate guhertin

Serokkomarê Tirkiye û serokê AK Partiyê Tayib Erdogan piştî kongreya şeşemin a partiyê komiteya reveberiya partiyê jî hilbijart. Di kongreyê de 50 kes ji bo Meclisa serkirdeyatiya partiyê hatibûn hilbijartin. Erdogan di nava wan de 14 kes jî,  bo Komiteya Reveberiya Partiyê destnîşan kirin. Ev komite di serokatiya Erdogan de wek mejiyê partiyê tê qebûl kirin.Di kongreyê de desteya reveberiya Partiyê de gelek guhertin çêbûn û gelek navên nû ketin di desteya serkirdeyatiya partiyê de. Herweha kesên di Komiteya Rêveberiya AK Partiyê de cih girtîn piraniya wan nû ne û temênê wan jî li gora berê ciwanin.Siyaseta nû ya AK Partiyê de tu guhertin nebûne. Taybetî di pirsa kurd de, her siyaseta wan ya berê berdewame, li gora vê partiyê û Erdogan wan pirsa kurd çareser kiriye û tu pirsgirêka kurda nemaye.Lê tê zanin ku, rewşa Tirkiye ya aborê, pêwendiyên li gel Amerikayê û herweha heyina wan li Suriye , pirsgirêkên serekene ku rewşa Tirkiye ya niha tehdît dikin. Tirkiye çewe van pirsgirêkan çareser dike cihê gotubêjek berfireh di nava siyasetmedarên Tirkiye de ye.

Back to top button