Kultur

Sedemê girtina KNN organa Tevgera Goranê

Televizyona KNN ku organa fermiya Tevgera Goranê bû û ji Başûrê Kurdistanê weşana xwe dikir, çend rojeke hatiye girtin û li ser girtina wê kanalê gelek tiştên cuda tên gotin.Li gor wê belganemeya hatiye belavkirin û îmzaya rêvebirê KNN li binê wê bekgenameyê yê dide xyakirin ku ji ber sedemên êkonomî hatiye girtin.Rêvebirê kanala KNN di wê belgenameyê de sipasiya hemû karmend, peyamnêr û rojnamevanên kanalê dike û girêbestên wan yên karkirinê dihelweşîne.Berpisekê ragehandina tevgera Goranê ku nexwestiye navê wî/ê bê eşkerekirin ji Basnews re gotiye ku, sedemên daxistina KNN ne bi tenê sedemê êkonomî ye, gelek pirsgirêkên din jî hene.Ew berpirsê balayê medya Goranê dibêje ku, pirsgirêka herî mezin ku ji aliyê serokatiya Goranê ve jî tê minaqeşekirin, ve ka gelo KNN ser bi kompaniya Wişe yan jî ser bi tevgera Gornê ve ye. Di warê fermî de KNN ser bi kompaniya Wişeye û ew kompanî ji aliyê her du kurên Newşêrwan Misetefa ve tê îdarekirin û berî Newşêrwan Mistefa wefat bike ew kompanî li ser navê her du kurên xwe tapo kir bû.Destêwerdana kurên Newşêrwan Mistefa di krûbarên kanala KNN de û rewşa êkonomî sedemên daxistina wê kanalê ne.

Back to top button