Polîtîk

Serok Barzani: Hilweşandina dengên Pêşmerge bi tu awayekî nayê qebulkirin

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraqê û şandekî li gel kir.Li hevdîtinê de Balyozê Amerîka li Iraqê pîrozbahiya serkeftina lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê li Serok Barzanî kir û tekez jî li ser rola Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê ya li proseya siyasî û qonaxa piştî hilbijartinê kir û eve jî dûpatkir ku daxwaza welatê wan eweye ku Herêma Kurdistanê bihêz bê û rolekî bi bandor li ser proseya siyasiya Iraqê da hebê.Her li vê civînê de her dû alî di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî û derketina hevkêşeyên nû li Iraqê û qonaxa piştî hilbijartinê û hewlên ji bo pêkanîna hikûmetê de danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ewê ji bo Herêma Kurdistanê ewlewiyete û pêwîste hemû alî berbiçav bikin pabendbûna bi sê prensîpên hevbeşî, tevafuq û hevsengiye li warên cûr bi cûrên hukimraniyê û li jêr sayeya wan sê prensîpan de pêwîste gelek bi rûnî rêkkeftin li ser babet û kêşeyan û pêkanîna hikûmeta nû de bê kirin.Di derbarê proseya hilbijartin û encaman de, Serok Barzanî wê yekê bi şanda mîhvan ragihand ku têbîniyeke zêde li ser edaya komîsyon û birêvebirina proseya hilbijartin û destkariya encaman û saxtekariyê heye. Eve jî xisterû ku partî hîç nûnerekî li komîsyona hilbijartina Iraqê da tûne û bi qesta hejmarekî zêdeyê dengê partî şewitandin bi taybetî dengên wargeh û kempan û dengên xuşk û birayên Êzîdiyan û armanca şewitandina wan dengan jî ewe bûye ku rêgirî bê kirin ku Partiya Demokrata Kurdistanê li parêzgeha Nînowa de dengê yekem bê ku li rastiyê da jî dengê yekeme.Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku ji bo nehiştina gumanan û proseyê bi xwe PDK bi hemû rêkarêk razî bûye êdî çi hejmartina dengan bê yan duvdaçûna ji bo lêpirsinên li her navçeyek û her wiha dûbarekirina hilbijartinan jî. Lê belê hewldana ji bo yarîkirina encaman û hilweşandina dengên Pêşmerge bi tu awayekî nayê qebul kirin. Eve zulmeke li Pêşmerge tê kirin û Pêşmerge mafê xwe ye û parêzgeriyê li welatê xwe kiriye û heq li ser hemû aliyek heye û ji bo çi divê dengên Pêşmerge bi bê sedem bi navê merama siyasî bê hilweşandin?Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku karkirina ji bo hilweşandina dengên Pêşmerge amajeyekî metirsîdare û karkirine ji bo hilweşandina paşaroj û çarenivîsa Kurdistanê ji bo wê yekê bei hemû awayekî bi beranber wê biryara zalimane radiwestîn. 

 

Back to top button