Polîtîk

Serok Barzanî pêşwaziya Konsola nû ya Almanya li Hewlêr kir

Roja çarşem 08.08.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Barbara Wolf Konsola Giştî ya nû ya Almanya li Hewlêrê kir.Li hevdîtinê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Almanya guftûgo kirin û Konsola Giştî ya nû ya Almanya tekez kir ku welatê wan berdewam dibê li meşq û rahênan û hevkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hemû şiyanek jî ji bo pêşxistina zêdetirê peywendiyên di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê didin.Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê ya li piştî hilbijartinan û proseya pêkanîna Hikûmetê xistin ber behs. Her li hevdîtinê de Konsola Giştî ya Almanya ragihand ku welatê wan piştevanê proseya demokrasiya li Herêma Kurdistanê û serweriya yasa û birêveçûna hilbijartinên Kurdistanê di dema diyarkiriya xwe da dike.Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina Konsola nû ya Almanya, pîrozbahiya wergirtina wê erka nû ya birêz xanima Barbara Wolf kir û hêviya serkeftinê ji bo wê xwest.Serok Barzanî peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Almanya bi dostane û mînakî wesif kir û piştevaniya xwe ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Almanya xisterû. Her wiha spasî gel û hikûmeta Almanya jî kir ku li şerê dijî terorîstan da hevkariyeke karîger pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine. Daxwaz jî kir peywendiyên di navbera her dû aliyan bê berfirehtir kirin û destxweşiyê li wan hewlan kir ku bi mebesta pêşxistina aborî xistine bernameya karê xwe.Her yek ji birêzan Dr Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Dilşad Barzanî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Almanya, amadeyê vê hevdîtinê bûn.  
Back to top button