Polîtîk

Serok Barzanî pêşwaziya şanda bilinda Hevpeymaniya Mîhwerî Wetenî ya Iraqê kir

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda bilinda Hevpeymaniya Mîhwerî Wetenî Iraqî ya bi Serokayetiya Şêx Xemîs Xencer Serokê Hevpeymaniya Mîhwerê Wetenî kir.Li hevdîtinê de di derbarê proseya siyasiya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û sûdwergirtina ji ezmûn û şaşiyên berê de danustandina bîr û ramanan kirin.Her li vê civînê de her dû alî hevre bûn ku pêwîste mîsogerî û mekanîzmeke rûn ji bo pabendbûna bi destûr û bi cîhkirina rêkkeftinan bê danîn bi cûreyek ku rê li takrewiya birêvebirina welat û îhmalkirina pêkhatan bê girtin.Civînê de tekez jî li ser hemahengî û peywendiya berdewamiya her dû aliyan ya ji bo beşdarîkirina çalak li proseya siyasî û bi cîhkirin û berçav girtina wan bingehan kirin ku li xizmeta şeraketiya hemû pêkhatan bê li hikûmeta paşarojê ya Iraqê da.Li vê civînê de Dr. Roj Nûrî Şawês û Hoşyar Zêbarî û Mehmûd Mihemed Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn.

Back to top button