Nivîsar

Serok Barzanî û gotara Post Referendûm ê

Gotara serok Barzanî di kongreye Ciwanên PDKê de ku tê de li ser gelek pirsan axivî, gotareke gelek giring bû, çi di warê rewşa niha ya Îraqê de û kirîza pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê û çi jî di warê Kurdistanê jî de. Dikare ew gotara Serok Barzanî di gelek waran de bê nirxandin.Gotarek gelek zelal û vekirî bû, nexşerêya pirosesa pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê, rola bihêza partiyên kurdistanî û şertên kurdan û beşradîkirina partiyên kurdistanî di hikûmeta nû ya Îraqê de ku, divê li ser prensîpê sêkoçka: Hevbeşî, Sazan (kompromis) û Hevsengîyê be  tê de hatine destnîşan kirin.Pirsa gelek bala min kişnad di wê gotarê de ku bi rastî divê gelek nirxandin li ser bê kirin, pirsa Referendûm û Serxwebûnê bû. Serok Barzanî di peyva xwe de entî têzeke gelek zelal, tije raman û kûr ragehand, dema gotî yên ku wisa hizir dikir em dê dev ji serxwebûnê berdin xeyala wan  xeyaleke xav e, eva Serok Barzanî ragihandî, entî têzeke li hember wê têza ku serxwebûna Kuridstanê bi xeyal dizane, di heman demê de hilweşandina bingeha wê hizira ku fikir û stratejiya serxwebûna Kuridstanê red dike ye  ku ew dixwazin fikira serxwebûnê şêlû bikin û raya giştî wisa amade bikin ku serxwebûn xeyal e û piropagenya wê yekê dikin ku referndûm şikestin anî. Têza wan aliyan ber bi wê hindavê ve diçe ku Kurdistan heta hetayê bi paşkoyî bimîne, lê Serok Barzanî têza paşkobûnê bi tehdayî ve red kir û bi ronî û eşkera  axivî, pirenspên serxwebûnê tekîd kirin û careke din tekîd li ser kûrkirina wan pirensîpên serxwebûnê kir. Serok Barzanî careke din  bereyê siyasî û neteweyî yê serxwebûna Kurdistanê  ne bi tenê dilrehet kir, lê belê biheyecan û gerimtir kir û bi ronî û zelalî ew pirs anî rojevê.Gotina min ya dawiyê eve ku gotara Serok Barzanî di gelek waran de dikare bê nirxandin, jiber ku ev gotar gortara Post Referendûm e ku divê rewşê û di nava van şertan de ew gotar pêdviyeke teorî, siyasî, saykolojî û piraktîkî bû ku divê li pey xwe de aresteya behis û xwestekan biguhere.Ev gotara Serok  Barzanî dariştina nexşerêya kurdatiyê di qonxa PostReferndûmê de ye.Azad CindiyanîEndamê berê yê serkirdayetiya YNKê07.08.2018

Back to top button