Polîtîk

Serok: Divê hukumet li ser 3 prensîba pêkwerê

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Brett Mcgurk Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş û şandekî li gel kir ku pêkhatibû ji Douglas Silliman Balyozê Amerîka li Iraq û Ken Grûs Konsolê Amerîka li Hewlêr.Li hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî ya navçeyê û her wiha rewşa Sûriye û nîgeraniyên di derbarê paşaroja gelê Kurd li Sûriyê de danustandina bîr û ramanan kirin û Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş siyaseta welatê xwe ya li ser guhertinên herêmî û navdewletî û rewşa siyasî û emnî ya Sûriye xisterû.Rewşa siyasiya Iraqê ya li piştî hilbijartinê û hewlên pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û têda Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku bi navê dûbare nebûna şaşiyên berê û gihîştina bi şeraketa rasteqîne pêwîste hevpeymaniyekî hemû aliyane li ser bingehên şeraket û tewafuq û hevsengiyê bi hemû naverokên xwe ve bê dirust kirin û mekanîzm û bana demkî jî ji bo bicîhkirina wan sê prensîpan bê danîn bo ku hemû pêkhat hest bi wê yekê bikin ku li proseya siyasiya Iraqê da şirîkin û her li bin ronahiya wan sê prensîpan da jî hikûmet bê pêkanîn.Li beşekî dinê vê civînê de Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş ragihand ku welatê wan berdewam dibê li yarmetîdana Iraqê û Herêma Kurdistanê û eve jî xisterû ku derfetekî zêde ji bo karê hevbeş heye bi navê pêkanîna aramî û baweriyê. 
Back to top button