Polîtîk

Serok: Li Bexda pêbendî armancên gelê Kurdistanê bin

Roja 22.09.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Endamên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê civiya.Li destpêka vê civînê de Dr Beşîr Xelîl Heddad Cîgirê Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê bi kurtî di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û hevkêşeyên li nav Encûmena Nûnerên Iraqê û kar û çalakiyên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê ji bo Serok Barzanî xisterû.Her li vê civînê de Serok Barzanî li gotara xwe da destxweşî û pîrozbahiyê li Endamên Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê li Encûmena Nûnerên Iraqê kir û ronahî jî xiste li ser girîngiya hilbijartinên Iraqê û serkeftina Lîsta PDK li vê hilbijartinê û tekez jî li wê yekê kir ku pêwîste fraksiyona PDK mînakeke bilinda akara siyasî bê û pabend bê bi armancên stratejiyên gelê Kurdistanê ku armanca stratejiya Partiya Demokrata Kurdistanê ne jî.Li beşekî dinê civînê de Serok Barzanî bi têr û tije wan sedeman behs kir ku li qonaxa derbasbûyî da bûne sedema binpêkirina destûr û rêkkeftinan û nemana şeraket û serhildana kêşeyan. Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser referandûm û rûdanên piştî referandûmê wê yekê dûpatkir ku hemwelatiyên Iraqê li vê hilbijartinê da wan dem û çavan siza da ku bi nêrîneke şoveniyane temaşa gelê Kurdistanê dikirin û dijayetiya mafên xelkê Kurdistanê dikirin. Serok Barzanî balkişand li ser bihayên bilindên xebata gelê Kurdistanê kir ku tu demekî hêvî ji bo toqandin û karê terorê nebiriye û pêkvejiyanê parastiye û hîç demek jî rê nedaye ku nakokiya gelê Kurdistanê li gel hikûmetên Iraqê bibê nakokiya di navbera neteweyan. Her ji bo vê yekê da zanîn ku kûrtirkirina pêkvejiyanê yek ji erkên fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê ye li Encûmena Nûnerên Iraqê da.Di derbarê proseya siyasiya Iraqê jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku pabendbûna bi her sê prensîpên hevbeşî û tewafuq û hevsengiya di navbera pêkhatan li hukimraniyê da gelek kêşeyan çareser dike.

Back to top button