Civak

Serok li gel Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê civiya

Roja yekşem 08.07.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî li gel Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê civiya.Li vê civînê de Endamên Encûmena Serkirdayetiya Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê bi kurtî di derbarê kar û çalakiyên siyasî û rewşenbîrî û çandî ya yekîtiya xwe ya ji bo xizmetkirina xort û lawên Kurdistanê û diyarkirin û çareserkirina giriftên wan xisterû û her wiha Serok Barzanî ji amadekariyên sazkirina heştehemîn Kongreya Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê agahdar kirin.Her li vê civînê de Serok Barzanî li gotarek da destxweşiyê li kedkarên Serkirdayetî û hemû Endamên Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest û her wiha balkişand li ser rol û bandora yekîtiyê ya li qonaxên cûda cûdayên tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî tekez li ser rola jinan kir li jiyana siyasî û çandî û civakî ya civatê û daxwaz jî kir ku li kongreya pêş de û çalakiyên Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê de pêgeh û rola keçan û jinan berfireh bibe û bi pêwîst zanî bingehek ji bo beşdariya zêdetir li warên cûda cûda de bi bê cûdahî birexsê.Li beşekî dinê axaftina xwe da Serok Barzanî ronahî xiste li ser yek ji girîngtirîn erkên Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê ku dirustkirina hişyariya neteweyî û niştimanî li nav çîna lawan de û bi pêwîst jî zanî ku xort rûbirûyê wê çanda ne bi cîh bibin ku hewl dide bihayên civakê li wan de betal bike û xort û lawên Kurdistanê berev bê hêvîtiyê bibe û li azadîxwazî û niştimanperweriyê wan dûr bike û eve jî xisterû ku pêwîste çanda Pêşmergayetî li nav lawan de geş bibe ku çanda cangorî û evîna niştimane.Her li vê civînê de Serok Barzanî ronahî xiste li ser qonaxên berî referandûmê û rûdanên piştî referandûmê û her wiha serkeftina PDK li hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê û wê yekê dûpat kir ku sepandina emrî waq’î ya serbazî û zordariyê li Kerkûk û navçeyên din nayê qebul kirin û divê bi dawî bibe. 

 

Back to top button