Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro çarşem 27.03.2024 ê, di civînekê da digel birêz Stephen Hitchen Balyozê Brîtanya li Iraqê hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û têkiliyên Hewlêr û Bexdayê gotubêj kirin.

Her du aliyan tekez li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinan kirin û behsa hesasiyeta rewşê û pêwîstiya çareserkirina kêşe û nakokiyên di navbera aliyên siyasî da ji bo rûbirûbûna astengiyan kirin, herwesa hevdeng bûn ku kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da bi rêya diyalogê û li gor destûrê û parastina mafên hemûyan werin çareser kirin.

Di hevdîtinê da pêşhatên dawî yên herêmî û çend mijarên din yên xwedî girîngiya her du aliyan hatin gotûbêjkirin.

Back to top button