Polîtîk

Serokkomar behra Kurdaye lê hêja nekifşe yê kijan partiyê ye

Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre ragihand ku heta niha li ser postê Serokomariya Iraqê ti rêkeftinek ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nekirine.Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre derbarê rêkeftina li ser postê Serokomariya Iraqê li gel PDKê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re diyar kir: “Wergirtina postê serokomarê Iraqê mafê YNKê ye, lê di vê derbarê de ti rêkeftineke me ya yekalîker ligel PDKê nîne, niha PDK jî daxwaza wî postî dike.”Her çiqas Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser postê serokomarê Iraqê nakok in û heta niha lihev nekirine, lê Polîtburo û Serkirdayetiya YNKê bi xwe jî nikarîne li ser berbijêrkirina kesekî bigihin rêkeftinê.Herwiha Endamê Serkirdetî û Berpirsê Melbenda Hewlêrê ya YNKê Şalaw Kosret Resûl eşkere kir ku roja yekşema borî li Hewlêrê li mala Kosret Resûl, şandên bilind ên YNK û PDK civiyane û di civînê de şanda PDKê ji YNKê postê serokomariyê daxwaz kiriye û got: “Lê belê hêj ti biryarek nehatiye dayîn.”

Back to top button