Vîdeo

Serok:Me îrada xwe ya netewî binpê nekir

Serok Barzani di bernameyek televizyonî ya CNN de bersiva pirsên rojnemevana naskirî Christiane Amanpour da û behsa rastiya Kurdistana Başûr û referanduma serxwebûnê kir.Barzani di axavtina xwe de got: Ez xemginbûm ku xwîna Pêşmergeyan bi çekên Amerikî hate rijandin. Serok got ku, piştî encamdana referandumê li herêma Kurdistanê û Katalonya yê, ispat bû ku, tu bingehek ji çarenûsa miletan ra tuneye.Barzani da xûyakirin ku, yan me dê îrada xwe ya netewî winda bikira  yan jî dê me hinek axa xwe ji destdabiya. Me di nava van herdu tiştan de hilbijartinek kir. Me bi pêkanîna referanduma serxwebûnê, hêviya miletê xwe ya serxwebûnê winda nekir û ew yek zindî hişt.Di beşek axavtina xwe de Barzani got: Ameika ji mere got eger hun referandumê paşve bidin û du salek din pêkbînin emê rêzê li we bigrin. Me jî got başe, lê ji dewsa rêzgirtinê bejin emê pişgiriyê bikin.Lê wan ev yek qebûl nekir.Soza arikariyê nedan me.Barzani got: Ji berî referandumê planek mezin hebû ku Iraq êrîşê Kurdistanê bike. Ji êrîşa Bexdayê behtir , erîşkirina bi çekên Amerikî em matmayî man.Barzani eşkere kir ku; ji êrîşa hêzên Iraqî behtir, hinek hêzên ji aliyê Amerika ve terorist hatin ragihandin û ber çavên efser û hinek berpirsên Amerîkî ve li dijê pêşmergeyan çekên Amerikî bi karanîn, em bi vê yekê emêmayî man.Serok Barzani da xûyakirin ku,şer û tundî ji berî referandumê û piştî referandumê jî ne tiştekê kurd bixwazin. Divê hukumeta Kurdistanê bi zanistî û rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bike.Şerê navbera Iraqê û Kurdistanê de , dê bibe sedemê wêrandikira hemû Iraqê.Serok rexne li dewletên Rojavayî girt û got: Mafê Mirova, çarenûsa miletan, azadî û demokrasî hemû gotinên bê bingehin.https://www.youtube.com/watch?feature=youtu.be&v=Ba5D_0ZXOA4&app=desktop

Back to top button