Polîtîk

Serokwezî li gel konsulê Misrê ciciya

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 27.06.2018ê li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Tamir Elmilîcî Konsulê Misirê li Herêma Kurdistanê kir û pê re civiya.Serokwezîr pîrozbahî li Elmilîcî kir ku ev demeke weke Konsulê Komara Misira Erebî li Herêma Kurdistanê dest bi kar û çalakiyên xwe kiriye  û hêviya serkeftinê jê re xwest û piştevaniya saziyên peywendîdarên hikûmtê ji bona serxistina karên wî nîşan da. Konsulê Misirê jî kêfxweşiya xwe nîşan da ku li Herêma Kurdistanê dest bi wezîfeya xwe ya nû kiriye û hêvî xwest ku ew bikaribe têkeliyên welatê xwe digel Herêma Kurdistanê zêdetir pêş bixe.Her du aliyan behsa têkeliyên dîrokiyên navbera Herêma Kurdistan û Misirê û çewaniya zêdetir pêşxistina wan têkeliyan bi taybetî di warê rewşenbîrî, bazirganî û aborî û aramiya herêmî bi giştî kir.Serokwezîr got ku asoyeke zelal heya ku rewşa Herêma Kurdistanê ber bi başî diçe bi awayekî ku kompaniyên misirî û welatên din jî dikarin berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û di warên cuda de sermayerazandinê bikin.Pirosesa siyasî li Îraqê, encamên hilbijaertinên parlamentoya Îraqê û xebatên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqa Federal hin mijarên din yên civînê bûn û Nêçîrvan Barzanî helwesta Herêma Kurdistanê diyar kir ku dê ji bona  pêşdebirina pirosesa siyasî li Îraqê alîkar be.

Back to top button