Polîtîk

Serokwezîr pêşwaziya balyozê New zelanda kir

Li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê New Zealandayê yê li Bexdayê  Bradley Soden kir.Di civînê de balyozê New Zealandê bi awayekî kurt behsa beşdarî kirina welatê xwe di warê perwerde kirina leşkerî di şerê dijî DIŞIê de, prosesa têkdana DIŞIê di warê leşkerî de, encamên hewldanên heyî yên bo normal kirina rewşa jiyana xelkê piştî şerê û ew metirsiyên ku niha li ser aramiya deverê hene kir û herwiha jiber ku hikûmeta Kurdistanê pêşwaziya hijmareke zêde ji koçber û penaberan kiriye spasiya hikûmet û xelkê Kurdistanê kir.Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jiber hevkariyên ku di şerê dijî DIŞIê de pêşkêş kiriye spasiya hikûmeta New Zealandê kir û anî ziman ku lazime di warê hizrî de jî şerê dijî DIŞIê were kirin û got: Lazime ewlekarî were dabînkirin, xizmetgozarî were pêşkêşkirin, derfetên kar werin pêşkêşkkirin û di warê civakî,abûrî û rewşenbîrî de gavên pêwîst werin avêtin.Di berdewamiya civîna han de behsa hilbijartinên desteya Serokatiya parlementoya Îraqê, Serokkomarê Îraqê û Serokwezîrê Îraqê û hewldanên heyî yên bo ava kirina hikûmeta nû û rola Kurdistanê di prosesa ava kirina hikûmetê de hate kirin.

Back to top button