Polîtîk

Serokwezîr û cîgirê serokwezîr serdana Yekgirtuya îslamiya Kurdistanê dikin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîr û Quabd Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civînekê de digel Selahedîn Bihaedîn emîndarê giştiyê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê rewşa niha Herêma Kurdistanê tê de derbas dibe nirxand.Nêçîrvan Barzanî û cîgirê xwe Qubad Talebanî, roja duşemê 20.11.2017ê li bajarê Hewlrê, serdana baregayê Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê kir û ji aliyê Selahedîn Bihaedîn emîndarê giştiyê wê partiyê ve hatin pêşwazî kirin.

Di civînekê de pêşhatên dawiyê yên pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û xebatên ji bona çareserkirina wan pirsgirêkan tên kirin, karûbarên hikûmetê, piştgiriya navdewletî ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê û ew peywendiyên diplomasiyên bi serokwezîr re hatîne kirin,  hatin gotûbêj kirin.Her du aliyan, ji bona derbaskirina vê qonaxê tekîd li ser yekrêzî û yekhelwestiya aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê, baştirkirina jiyana hevwelatiyan û birêveçûna hilbijartinên bihên di dema diyarkirî de, kirin. 

Back to top button