Polîtîk

Serokwezîrê Kurdistanê serdana Tirkiye dike

Serokwezîrê  Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bo beşdarbûna di şeşemîn kongreya Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) de, bo Tirkiyê hatiye vexwandin.Biryar e şeşmîn kongreya asayî ya AK Partiyê di 18ê vê mehê (tebax) de were lidarxistin. Hat zanîn, ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi awayekê fermî bo beşdarbûn di wê kongreya AK Partiyê de weke mêvan hatiye vexwandin.Şêwirmendê Komîsyona Pêwendiyên Derve ya AK Partiyê, Merîvan Jiyawok ji Rûdawê re ragihand, “bo beşdarbûna di kongreya şeşem a wê partiyê de, ku biryar e di 18ê Tebaxê de were lidarxistin, Nêçîrvan Barzanî bi awayekê fermî hatiye vexwandin.”Jiyawok da xuyakirin, vexwandina ku ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re hatiye birêkirin, bi zimanê Kurdî bûye û tekez kir: “Ev vexwandin ji aliyê Komîsyona Pêwendiyên Derve ya AK Partiyê ve hatibû amadekirin.”Ji bo şeşemîn kongreya asayî ya AK Partiyê, vexwandin bo mêvanên ji 52 welatan re hatiye şandin.Vexwandinên ku hatine şandin, bi îmzaya Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan bûne.Serokê Teşkîlata AK Partiyê, Mustafa Ataş jî ragihandiye, ku gelek nûnerên welatên biyanî û rêxistinên civaka sivîl jî dê beşdariyê di kongreya wê partiyê de bikin.

Back to top button