Hevpeyvîn

Şêx Cafer: Grûpek nav YNKê dixwaze Silêmaniyê jî weke Kerkûkê teslîmî Îraq bikin

Cafer Şêx Mistefa fermandarê hêzên 70 yên pêşmergeyê Kurdistanê û endamê polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), di hevpeyvîneke xwe de digel Dengê Amerîkayê dibêje ku, di nava YNKê de grûpek heye ku rêkeftin û hevahengî digel hikûmeta Îraqê û Heşda Şabî heye ku ka çawa Kerkûk teslîm kir, bi eynî awayî dixwazin Silêmanî, Hewlêr û Duhokê jî teslîm bikin û di dema xwepîşandanna de, ew grûp bû, ne xwepîşanderên xelkê sivîl, ku karên têkderane kirin, sazîyên hikûmî û baregayên partiyan şewitandin û dixwestin bi wê yekê hicetê bi hêzên îraqî û Heşda Şabî bidin ku bi hêceta ji bo parastina emniyeta xelkê. Silêmnaiyê jî bi derdê Kerkûkê bibin û dibêje:- Ew bûyerên qewimîn şewitandina avahiyên saziyên hikûmetê û baregayên partiyan û çêkirina akoziyan daxwazên xelkê nebûn, lê ew pîlanek bû ku xwe xistin nava xwepîşandanan û xelkê newazî ku seroaktiya wan bikin û ji bo hindek armancên din bikaranîn. Ez wê yekê weke derbeyekê dibînim, armanca wan ew bû rewşa Kurdistanê têk bidin û hevahengî digel hêzên îraqî û Heşda Şebî hebû werin Silêmaniyê û hemû Kurdistanê bigirin.Şêx Cafer ku endamê polîtbûroya YNKê ye, di hevpeyvîna xwe de grûpekê di nav YNKê de bi wê yekê tawanbar dike ku bi navê hevwelatiyên nerazî, alozî di nava xwepîşandanan de çêkirin:- Di nav YNKê de arasteyek heye û hin aliyên din û çend welatên herêmî jî li pişt wan in dixwazin arteşa Îraqê û Heşda Şabî bînin Silêmanî, Hewlêr û Duhokê, awayê xiyaneta Kerkûkê dubare bikin û Silêmanî, Hewlêr û Duhokê jî bixin jêr destê Heşda Şabî û arteşa Îraqê.Mistefa dibêje ku ji ber rewş gelek hesas û nazik e ew nikare navê wan kesan û welatên eşkere bike, lê yên ku di dema xwepîşandanan de karên têkderan kirin, ew n exelkê asayî bû, her ew gûrpa nav YNKê bû ku roja 16ê oktobera borî Kerkûk bi wî derdî gihand. Ew grûpa nav YNKê hindek ji wan derveyî polîtbûroyê û serkoatiyê ne, lê desthilatên wan hene û ji derveyî serokatiyê û dûr ji siyaseta YNKê biryarê didin.Di bersiva pirsekê de gelo çima polîtbûroya YNKê lêkolînê bi wê grûp û kesan re nake , Şêx Mistefa dibêje:- Ev pirsiyareke gelek ras û di cî deye, lê ji ber ew rewşa YNK tê de ye, pirt û bilav e, wisa lê hatiye ku hindek kes YNKê kontirol bikin û ji obna peydakirina desthilatê bi awayên cuda miamilê bi YNKê bikin, wisa lê ahtiye ku ew kesne bi ten asrê xwe li meydanê bilîz in û tu kes niakre lêpirsînê pê re bike. Em dê vê yekê ji bo dîrokê bicî bihilin.- Hindî ew grûpa xiyanetkar di nav YNKÊ de mabe, metirsiya cidî li ser Kurdistanê heye, ji be rku ew grûp bi berdewamî hevahengî digel Îraqê heye û dixwazin arteşa Îraqê û Heşda Şabî werin û hemû Kurdistanê teslîm bikin û Kurdistan û destkeftiyên wê jinav bibin.Di bersiva gotinên Aras Şêx Cengî ku di daxuyaniyeke xwe de gotibû, wî Şêx Cafer haydar kiribû dê arteşa Îraqê êrîşî Kekrûkê bike, lê Şêx Cafer gotibû êrîş nabe, Şêx Cefer dibêje:- Aras Şêx Cengî gelek şaş e, niha dema dermankirina birîna ye û kûrtirkirina birînan. Min dizanî dê êrîş bibe, amerîkayîyan pêştir ji min re gotibû arteşa Îraqê û Heşda Şabî dê êrîş bikin, lê Aras Şêx cengî bi me got bergiriyê nekin bila arteşa Îraqê û heşda Şabî werin nav Kerkûkê, lê me jê re got em yek bihusta axa Kurdistanê bi dest ve nadin û bê bergirkirin em Kerkûkê çol nakin. Viyabû ew behsa rola xwe ye xerap bikraye ku digel Îraq û serkirideyên Heşda Şabê civiya bû û li ser ahitna nav Kerkûkê pê re ki hev kiribû, lê weke min gotî ni ne dema kolandina birîna ye.- Sedema bûyerên 16ê okotobera borî ne referendûm bû, lê xiyaneta wê grûpa nab YNKê bû, eger niha jî referendûm bê kirin ne bi tenê tilyeke xwe lê her deh tiliyanji bo serxwebûna Kurdistanê têxim nav merkebê. Lê belê yên ku her ji destpêkê dijî referendûm û serxwebûnê bûn, ew bûn hokarên hevahengiya bi arteşa Îraq û Heşda Şabî re bajarên Kurdistanê weke bajarên dinb yên Îraqê lê bikin.Şêx Cafer dibêje:- Eger rojekê ev rewşa awerte ya Kurdistanê nemîne, divê dadgehe neteweyê bê pêkanîn û ka cezayê xayînan li cîhanê çiye, ew jî bi eynî ceza bidin.

Back to top button