Nivîsar

Siyaseta milî ya Kurd û ziyareta HDPê ya kurdistanê û navbeynçitî

  Îbrahîm GUÇLU([email protected]) Piştî ku HDPê çû Başûrê Kurdistanê, çûyina wan ya Başûrê Kurdistanê bi xwe re gelek gengeşî û niqaşeyên girîng anîn rojevê.Di mijara Seredaniya HDPê de mijara girîng ya ku hate rojevê, qerektera siyaseta milî ya kurd bû.Ez jî yek ji wan kesan bûm ku ez beşdarî van gemgeşî û niqaşeyan bûm. Min di medyaya civakî de nerînên xwe anîn ser zimên.Ez dixwazim nerînên xwe biçekî din fireh û kûr bikim.SİYASETA MILÎ YA KURD ÇEWA YE Û DIVÊ ÇEWA BIBE?Tevgera milî ya Kurdistanê, xebata serxwebûn û azadiya Kurdistanê 200 sal e ku didomîne.Tevgera milî ya Kurdistanê di nav pêvajoyê de bûye xwediyê gelek pirsgirêkan. Di Tevgera milî ya Kurd de pirsgirêkan mezintir, qerektera siyaseta tevgera milî ya kurd e.Mijara miletê kurd û Kurdistanê ji bona mijarekeye siyasî ye, loma jî siyaseta milî ya tevgera kurd, gelek girîng e. Hezar mixabin siyaseta milî ya kurd xwediyê zeaf û kêmasiyên mezin û  jî pîvanên siyaseteke paqij, exlaqî, rewa, însanî, hêjayiyên milî dûr e.Însan hebûneke gelek girîng û hêja ye. Li dinyayê tiştên pêk tên (çi baş û çi jî ne baş) ji aliyê însan de pêk tê. Her tiştek ji bona însana tê afirandin. Loma jî armanc û xwestin ew e ku  dewlet, sîstemên siyasî, desthilatdar, meclîs, hikumet, senato, burokrasiya sivîl û leşkerî divê di xizmeta însanan de be.Lê hezar mixabin ev yêka li her ciyî ne wusa ye.Di sîstemê ne demokratîk de însan di xizmeta dewletê û sîstemên siyasî de ne.Di rejimê demokratîk de, insan li pêş e, dewlet, burokrasî, desthilatdarî, hikûmet û di xizmeta însanan de ne.Siyaseta milî ya Kurd jî divê însanî be. Ji bona însanên kurd be. Ji bona neteweya kurd be. Dema ku siyaseta milî ya kurd însanî be, wê demê dê zêdetir xizmetî serxwebûn û azadiyê bike.Hezar mixabin siyaseta kurd zêde ji bona însanên kurd û miletê kurd nîne. Ji bona berjewendiya partiyan û grûbên siyasî û elîtên siyasî tê meşandin. Ew jî dibe sedem ku tevgera serxwebûn û azadiya Kurdistanê pêş nekeve û bigihîje armanca xwe.Di tevgerekê de rewabûn gelek girîng e. Divê tevgerek gor pîvanên rewabûnê bimeşe. Loma jî hîç şik tune ye ku pirsgirêka milî ya neteweyên bindest gelek rewa ye. Lê divê siyaseta milî ya kurd jî rewa be. Dema ku siyaseta milî ya kurd rewa nebe, tecrîtkirina wê û temirandina wê gelek hêsan dibe. gDi gelek qonaxan de jî wusa bûye.Her çiqas tevgera milî ya Kurdistanê bir her awayî rewa ye û heqekî milî diparêze, hezar mixabin şiyaseta milî ya kurd gelek deman ji rewabûnê dûr dikeve, ji bona pêşeroja neteweya me xeteriyê çê dike.Divê siyaseta milî ya kurd, di heman dem de jî, gorî hêjayiyên milî yên neteweya kurd û Kurdistanê tevbigere. Exlaqî be. Heger siyaseta milî ya kurd ji hêjayiyên milî û ji berjewendiya neteweya kurd dûr be, piştgiriya gel nikare bigre.Heger siyaseta milî ya kurd însanî, rewa, exlaqî, gorî hêjayiyên miletê kurd nemeşe nikare yekîtiya gel û neteweyê jî ava bike.Dîsa wê demê di nav partî û rêxistinên Kurdistanê de yekîtî û hevkarî û tîfaq û koalîsyon jî çênabe.Siyaseta milî ya kurd, însanî, rewa, exlaqî, gorî hêjayiyên milî nemeşe, nekokiyên nav gel nıkare çareser bike. Li hemberî dewletên kolonyalîst nikare bibe alternatîf û zora kolonyalîstan bibe.Siyaseta milî ya kurd, însanî, rewa,exlaqî, gorî hêjayiyên milî nemeşe, ji gel û Kurdistanê hez neke, di têkoşîna milî de samimiyet nabe.Siyaseta milî ya kurd, însanî, rewa, exlaqî, gorî hêjayiyên milî nemeşe, riyakarî, nankorî, komplocitî, durûtî dibe.SERDANIYA HDP’Ê YA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ GOR SİYASETA MILÎ YA KU MİN TERÎFKIRÎ XWEDIYÊ PİRSGIRÊKÊ YE…Dema ku em ji HDPê qal dikin, divê em ji PKKê qal bikin. Wek tê zanîn HDPê partiyeke serbixwe nîne. Bi her awayî di bin bandora PKKê de ye. Ji derveyî PKKê nikare ku biryareke stratejîk bigre. Loma jî HDPê, PKKê ye.Bi deh salan e ku di navbeyna desthilatdariya Kurdistanê PKKê de pirsgirêkên bingehî hene. Mirov dikare bibêje ku PKKê dijminê desthilatdariya Kurdistanê ye.Li Başûrê Kurdistanê bi hebûna xwe dibe sedem ku Dewleta Tirk her dem Başûrê Kurdistanê bombabaran bike.Bi salan e ku desthilatdariya Kurdistanê vê pirse nikare bi PKKê re çareser bike. Lewra PKKê her demê li Iraqê him di dema Baasê de him jî nûha xizmetî dewleta kolonyalîst ya Iraqê dike û wan gûhdar dike.PKKê li Kurdistanê otorîte û hiqûqa dewleta federe rewa qebûl nake, jê re rêz nagre. Her dem li dijî dewletbûna Kurdistanê tevdigere.Em hemû bûyerên di dehsalan de hatine holê bidin aliyekî, di sala dawî de PKKê li dijî Başûrê Kurdistanê xerabiyên mezin çêkir.PKK, li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê xebat kir. Di encama referandûma serxwebûna Kurdistanê de biryara dewlet avakirinê derket holê, ji bona ku pêşiya dewletbûna Kurdistanê bigre, xebat kir û hêzên dijmin re ket nav hewildan û tîfaqê. Di encam de bi Grûba Xiyanetê re peyman çêkir ji îşgala Kerkukê re piştgirî kir.PKKê her roj bi xûrtî dijminitiya serok Barzanî û PDKê dike.Serokatiya Başûrê Kurdistanê û serokên wê rewa nehesiband. Li hemberî partiyên Kurdistanê çek bi kar anî. Ji bona ku wan ji holê rake bi piştgiriya dewleta kolonyalıst rêxistinên veşartî û vekirî ava kir.HDPê jî, ji ev hemû siyasetên PKKê re piştgirî kir.HDP, dema serok Barzanî hat Tirkiyeê, ji wî re aşkere gotin ku bila Serok Barzanî di navbeyma wan û hikûmetê de nebe navbeynçî.Gelo dema ku ew hemû rastiyan li holê ne, PKK/HDPê di siyaset û stratejiya xwe de gûhertin çêkiriye ku bi çi rûyî diçe Başurê Kurdistanê?Desthilatdarî û partiyêm Kurdistanê çewa bê muahesebe dikarin wan pêşwazî bikin?Ev helwesta bi siyaseta milî ya însanî, rewa, exlaqî, re ji hevûdu dûr e. GELO NAVBEYNCİTİYA SEROK BARZANÎ DEWLETA TIRK Û HDPÊ RAST E? HEGER RAST BE SKANDALEKE MEZIN E…Piştî ku HDPê çû Başûrê Kurdistanê, PDKê diyar kir ku “heger herdu teref (Dewleta Tirk û HDPê) bixwazin serok Barzanî amade ye ku di navbeyna wan de bibe navbeynçî.Gelo heger ev yêka rast be, siqandaleke mezin e.Lewra HDP dibêje ku ez partiyan kurdan nînim. Gelo navbeynçitî dê navbera du partî û an jî du partiyên Tirkiyeyê û Dewletê pêk bê?Ji aliyê din de HDP partiyeke yasayî ye û di Meclîsa Tirk de ye. Parlamenterê wê hene. Gelo ji bona vê partiyê navbeyncitî di navbeta derletê ji aliyê hiqûqî û siyasî de ne siqandal e?Dema ku PDK ev yekê diyar kir, nedizxanî ku ev diyardariyeke cahîlanê ye.Heger qesita PDKê, di navbeyna PKKê û Dewleta Tirk de navbeynçitî ye, ew bi xwe jî pirsgirêkek û siqandaleke mezin e.Min li beşa jorîn qal kir ku di navbeyna desthilatdariya Kurdistanê û PKKê de pirsgirêk û nekokiyên mezin hene.PKKê dixwaze ku li Başûrê Kurdistanê desthilatdar be. Ji bona vê yekê partî û rêxistinan ava dike. Hiqûq û desthilatdariya Başûrê Kurdistanê nas nake.Dîsa PKKê li Başûrê Kurdistanê gelek gûndên Kurdistanê îşgal kiriye. Nahêle ku desthilatdariya Kurdistanê li wan gûndan desthilatdar be.Li Şengalê dagirker e.Bi taybetî ji bi Grûba Xiyanet re tîfaq kir, bû sedem ku dewletên kolonyalîst Kerkukê îşgal bikin.Bi hebûna xwe dibe sedem ku Dewleta Tirk her demê operasyonên hawayî û reşayî li Kurdistanê bike.Ez dikarim van xalan dirêj û zêde bikim.Ew jî diyar dike ku rojev û mijara yekemîn ji bona serok Barzanî û desthilatdariya Kurdistanê ew e ku pirsgirêke xwe û PKKê çareser bikin.Dema ku PKKê li Başurê Kurdistanê bi her awayî pirsgirêk be, tu vê yekê çareser nekî, daxwaz bikî ku di navbeyna wan û Dewleta Tirk de bibî navbeynçî, ev yeka ji siqandalê wêdetir dibe siyaseteke zaroktiyê.Di vê mijarê de pirsgirêke mezin ya din jî helwesta û siyaseta dewleta Tirk e. Pêwendiyên Dewleta Tirk û desthilatdariya Kurdistanê ne.Tê zanîn ku pêwendiyên Dewleta Tirk û Başûrê Kurdistanê baş bûn û wek pêwendiyê stratejî dihat bi n avkirin û terîf kirin.Lê dîsa baş tê zanîn ku di dema referandûma serxwebûna Kurdistanê de ber bi xerabiyê çû. Dewleta Tirk li dijî referandûmê derket.Bi taybetî jî piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê, dewlet avakirina Kurdistanê bû biryar, Dewleta Tirk bi Başûrê Kurdistanê re pêwendiyên xwe xera kir. Dijminitî ji Başûrê Kurdistanê re kir. Erişên gelek xerab li hemberî Başûrê Kurdistanê û serok Barzanî meşand.Bi taybetî jî ji şaxsiyeta/kesayetiya Serok Barzanî re heqeretên mezin hat kirin.Ew êriş û dijminitî hat wê merheleyê ku Dewleta Tirk raste rast û gelek aşkere ji Dewleta kolonyalîst ya Iraqê re alîkarî kir ku, Dewleta Iraqê Kerkukê û gelek herêmên din yên Kurdistanê îşgal bike.Gelo tu di vê rewşê de navbeyncitî daxwaz kirin çiqas rast û exlaqî ye?Gelo di van rewşan de gel  bi vê daxwazê pêkenîna xwe nîne?Gelo her kurdek dixzane ku pêendiyên Başûrê Kurdistanê û Dewleta tirk xerab e. Dema ku ev daxwaza bê kirin, di serê her kurdekî de pirs çê dibe.Beriya ku Başûrê Kurdistanê di navbeyna PKK/HDPê û Dewleta Tirk de navbeyncitî bike, divê pirsgirêka xwe dewleta Tirk çareser bikin.Ji aliyê din de jî rasteiyek din heye.Wek tê zanîn Serokcumhurê Fransayê jî diyar kiribû ku di navbeya PKK/PYD û Dewleta Tirk de bibe navnbeynçî.Dewleta Tirk û berpişrsiyarên wê, Macron rezîl û rûswa kirin.Gelo PDKê van rastiyan naşopîne ku li ser navê Serok Barzanî dibin sedem ku spekulasyon çê bibin. Amed, 13. 04. 2018         

Back to top button