Cîhan

Suleymanî û McGurk civiyan

Rojnameyeke Kuwêtî li ser zarê çavkaniyeke agahdar a Supaya Pasdarên Îranê belav kiriye ku Fermandarê Supaya Quds Qasim Suleymanî roja Sêşemba borî bi armanca rêkeftinê li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, ligel Nûnerê Serokê Amerîkayê bo Karûbarê Iraqê Brett McGurk civiya ye.Li gor wê çavkaniyê, ew civîn li ser daxwaza Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Karûbarê Iraqê Brett McGurk bûye û ji xeynî rêkeftina li ser pêkanîna hikûmeta siberojê ya Iraqê, behsa wê yekê jî hatiye kirin ku li ser axa welatên Erebî dawî li nakokiyan bînin.Wê çavkaniyê eşkere kiriye ku McGurk ji Suleymanî re gotiye, ti peywendiya şewitandina konsolxaneya Îranê li Besrayê bi wan ve nîne û daxwaz kiriye herdu welat nakokiyên xwe deynin aliyekî û bi hev re li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kar bikin.Herwiha McGurk ji Suleymanî re gotiye ku welatê wî piştgiriya kesekî siyasî yê diyarkirî bo postê serokwezîrê Iraqê nake û dema wê hatiye êdî derfet bê dayîn ku kesên din ên siyasî bo wî postî derkevin holê.Rûdaw

Back to top button